Cenevre-4 bêyî Kurdan dest pê kir

Hevdîtinên Cenevre-4, bi navê 'lêgerîna li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê' di bin çavdêriya NY de dest pê kir. Kurd ji bo vê civînê nehat vexwendin. Rejîm, hin komên 'mûxalîf' û Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî tevlî dibin.

Hevdîtinên Cenevre-4, bi navê 'lêgerîna li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê' di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, li buroya NY a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir.

Hevdîtin bi civînên herdu aliyan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra di destpêkê de bi heyeta rejîmê ya bi serokatiya Nûnerê Timî yê Sûriyeyê li NY Beşşar Caferî re rûnişt. De Mîstûra piştî vê hevdîtinê, bi heyeta 'mûxalefetê' re rûnişt.

Ev hevdîtin bêyî Kurdan tên li darxistin, ku Kurd mezintirîn hêza leşkerî û siyasî ya li herêmê ye. Serokê Komîteya Bilind a Muzakereyê ku weke ekîba Riyadê tê naskirin Yahya Kadamanî û Mûhammed Sabra bi navê sermuzakerevan tevlî hevdîtinan bûn.

Di saetên pêş de wê rûniştina destpêkê li NY pêk were. Tevî heyetên 'mûxalefetê' û rejîmê, çav li rê ye nûnerên dewletên Koma Desteka Navneteweyî ya Sûriyeyê jî tevlî bibin ku Rûsya, DYA, Îran û Tirkiye jî di nav de hene.

Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku divê hevdîtinên Cenevreyê weke asteke diyarker neyên dîtin.