Çend ji biryarên di kongreya PYD'ê de hatin standin

Rêxistina PYD'ê ya Ewropayê, di 24-25'ê Îlonê de li paytexta Belçîka Brukselê kongreya xwe ya 8. lidar xist. Di kongreyê de rêveberiya serdema nû ya ji 25 kesan hat hilbijartin û gelek biryarên girîng hatin standin.

Kongre bi tevlîbûna Hevserokên PYD'ê Asya Abdullah, Salih Muslim, Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê, li ser navê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, ji Partiya Syrîza Antonîos Markopoûlos, ji HDP'ê Kemal Aktaş, ji Sînn Feînê Emma Clancy, nûnerên gelek sazî û partiyên ji Yewnanîstan, Bûlgarîstan, Qibris, Fransa, Elmanya, Belçîka, Hollanda, Danîmarka, Swêd û Îngilîstanê di 24-25'ê Îlona 2016'an de li paytexta Belçîka Brukselê hat lidarxistin. Bi qasî 700 delege tevlî kongreyê bûn û di encama nîqaşên du rojan de ji bo rêveberiya PYD'ê ya Ewropayê 25 kes hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşma "8. Kongreya Rêxistina Ewropa ya PYD'ê, ji bo Rojava ya azad, ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve" hat lidarxistin. Piştî nîqaşên li kongreyê hatin kirin, gelek biryar hatin standin, ku bi giranî bal hat kişandin ser girîngiya karê dîplomasiyê û pirsgirêkên penaberên hatine Ewropayê.

Çend ji biryarên di kongreyê de hatine girtin bi vî rengî ne:

-Ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê, xebateke berfireh bê meşandin

-Hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li Cerablûs û tevahiya Rojava, bên şermezarkirin

-Ji bo piştgirî ji Rojava re were dayîn, xebat bên meşandin

-Ji bo penaber karibin vegerin, xebat bi saziyên navneteweyî re were meşandin

-Xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

-Berfirehkirina xebatên PYD'ê

-Di navbera Rojava û Ewropayê de ji aliyê çand û hunerê ve PYD bi rola navbeynkariyê rabe

-Xebatên dîplomasiyê werin xurtkirin