Çapemeniya dinyayê komkujiya sivîlan a Cerablûsê weke flash ragihand

Komkujiyên artêşa Tirk a bi mebesta têkbirina destkeftiyên Kurdan, li Rojava, di çapemeniya dinyayê de weke nûçeya flashê hate ragihandin. Di nûçeyan de tê gotin, Tirkiye bi taybetî YPG’ê hedef digire, YPG ya ku li dijî DAIŞ’ê bi hîkarî şer dike.

AFP

Ajansa Nûçeyan a Fransiz AFP, li gorî Serokê Çavdêrê Mafê Mirovan a Sûrî, Ramî Abdurrahman dayî tenê li gundê Bîr El Kûsa 20 sivîl hatine kuştin û 50 sivîl hatine birîndarkirin. Bi vî awayî yek ji organa pêşî ya nûçeyan a ku ev komkujî ragihandî bû AFP.

Di nûçeyê de tê gotin, di roja pêncan ya êrîşan de ku Tirkiye bi çeteyan re dike, ev komkujiya herî mezin bû.

ASSOCIATED PRESS DEREWÊN AA’YÊ KIRE NAV NEYNÛKÊ

Ajansa Assocîated Press’ê nûçeya xwe sparte rayedarên Kurd û Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê û da ragihandin, di êrîşên Tirkiyê de, ku xwedê giravî bi ‘muxalîfan’ re dike, bi kêmanî 35 sivîl hatin kuştin. Di nûçeyê de tê gotin, Tirkiye bi şandina tangên xwe, şerê Sûriyê bêhtir ‘dramatîk’ dibe û diyar dike, Kurdên ku dewleta Tirk şerê wan dike, li dijî DAIŞ’ê ‘hêza herî bibandor in’

Di nûçeya AP’yê de, weke ajansên din ên dinyayê kirî, derewên Ajansa Anadoluyê di nav neynûkê de bi cih kir. Gotinên ‘terorîs’ û ‘’ji bo sivîl ziyanê nebînin’’ yên AA’yê di nav neynûkê de hatin dayin.

Di nûçeya New York Tîmes (NYT), di serwîsa Rojhilata Navîn de, cih ji gotinên berdevkê QSD’ê Şervan Derwîş re hate dayin û diyar ki, ji şevê dî ve balafirên şer ên Tirk û tangên wan herêmê bi zêdeyî bombe dikin.

NYT di nûçeya xwe de rê dide daxûyaniya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) û bi xwendevanên xwe re par ve dike ku artêş Tirk du di gundan de bi kêmanî 35 sivîl kuştine. Rojnameyê her wiha cih da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî ku gotibû, hemû sivîlên gundê Bîr El-Kûsa hatine kuştin.

BBC: ŞERÊ LI DIJÎ KURDÊN SÛRIYÊ WÊ ŞERÊ BI PKK’Ê RE JÎ GEŞ BIKE

Di nûçeya BBC de tê gotin jêderkên Tirk dibêjin 25 şervanên Kurd hatine kuştin lê belê çavkaniyên din dibêjin 35 sivîl hatine kuştin. BBC’yê ragihand nayê zanîn bê ka êrîşên ku behsa wan tê kirin li heman cihî ne yan na.

Di nûçeya BBC’yê de cih tê dayîn ji bo analîza kurt a li ser navê Guney Yildiz û tê gotin, şerê Tirkan ên li dijî Kurdên Sûriyê wê şerê bi PKK’ê re hê geştir bike.

DER SPIEGEL VEN-TV

Kovara Der spîegel a Elman li gel N-TV a Elmanya li gorî nûçeya ku dispêre Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand di êrîşan de herî kêm 35 sivîla hatine qetilkirin.

N-TV di nûçeya xwe de raste rast bi sernivîsa ‘Artêşa Tirk herî kêm 35 sivîl kuşt’, di nûçeyê de hat diyarkirin ku sivîlên ku li avahiyekî ku dikeve Başûrê Cerablûsê bi cih bibûn hatin hedefgiritin.

LE FÎGORA: YPG TEVÎ KU WEKE TEKAN HÊZA BI QÛWET TÊ DÎNIN DIBÊJIN; ‘TERORÎST’

Rojnameya Le Fîgaro ya Fransî agahiya ku di qetlîamde herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane parvekir. Di nûçeya rojnameyê de bal kişand ku YPG tevî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînekî herî bi bandor dimeşîn û Washîngton ku weke mûteftîkê Enqereyêye ku piştgirî dide YPG’ê, li ser vê yekê hê jî weke ‘Terorîst’ tê qebûlkirin.

Di nûçeyên televîziyon û rojnameyên Awûstûraliayê de ku dispêrin SOHR a ku navenda wê Londrayê ye. Di nûçeyan de hat ragihandin ku di êrîşa Tirikiyêyê de herî kêm 35 sîvîl jiyana xwe ji dest dan.