Çapemeniya Cîhanê bi vî rengî cih da Cerablûsê

Ji aliyê tevahiya cîhanê ve hat dîtin, ku operasyona artêşa Tirk a li hemberî Cerablûsê, li dijî hebûna Kurdan a li Rojava ye.

Di nûçeyên çapemeniya biyanî de bal hat kişandin ser dema pêkhatina vê operasyona Tirkiyeyê û hat ragihandin, operasyon piştî pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi pêşengiya YPG'ê, destpê kiriye. Di hemû nûçeyan de bal tê kişandin ser stratejiya 'astengkirina Kurdan' ku weke armanca sereke ya vê operasyonê tê destnîşankirin.

BBC

Televîzyona BBC ya Îngilîz ragihand, ku tankên artêşa Tirk ji sînor derbas bûne. Nûçegihan Mark Lowen da xuyakirin, ku hewl tê dayîn li cihê vala bibe, Kurd bi cih nebe. Nûçegihan diyar kir, pirsgirêka esasî ya Enqereyê avabûna herêmeke otonom a Kurdan a li ser sînor e û Tirkiye bi fikar e ku ev yek hêzê bide nêrîna Kurdên li Tirkiyeyê.

NEW YORK TIMES

Rojnameya New York Timesê di nûçeya xwe ya li ser mijarê de da zanîn, ku tevî armanca ji aliyê Tirkiyeyê ve tê ragihandin, her wiha tê gotin Kurd jî di hedefê de ne. Rojnameyê da xuyakirin, ku operasyon piştî êrîşa li Dîlokê destpê kiriye û pêşveçûna Kurdan a di mehên dawî de bibîr xist. Di nûçeyê de cih ji nêrînên 'şîrovekaran' re hat veqetandin û hat îdîakirin ku eger Kurd ber bi Cerablûsê ve biçin, wê rastî Tirkiyeyê bên.

DER SPIEGEL

Di nûçeya malpera Der Spiegelê de operasyon bi sernavê 'Tankên Tirk derbasî nava Sûriyeyê bû' hat ragihandin. Di nûçeyê de hat gotin, tevî ku hedefa operasyonê DAIŞ e, li hêzên Kurdan jî tê xistin. Di nûçeyê de hat gotin, 'Armanca operasyonê DAIŞ e, lê ne tenê ew e' bal hat kişandin ser serketinên leşkerî yên mehên dawî yên QSD û YPG'ê. Di nûçeyê de hat ragihandin, Tirkiye dibêje 'berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê rê nedin avabûna herêmek Kurdan a li ser sînor.'

LE FÎGARO

Rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê, di nûçeya xwe ya agahiyan dispêre AFP'ê de  cih ji gefên dîktatorê Tirk Erdogan re tê veqetandin, ku gefê li hêzên Kurd dixwe. Di naveroka nûçeya Le Fîgaro de, ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê Reusterê, tê gotin ku tankên Tirk ji sînor derbas bûne. Le Fîgaro bibîr dixîne ku ev operasyon di dema serdana Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden a li Enqereyê destpê kiriye.

LE MONDE

Yek ji girîngtirîn rojnameyên Fransayê Le Monde jî ragihand, ku rayedarên Tirk bi rengekî vekirî dane xuyakirin ku ew dixwazin pêşveçûna Kurdan bisekinînin. Rojname da zanîn, Tirkiye dixwaze pêşî li xurtbûna Kurdan a li ser sînor bigire.

EL PAIS

Rojnameya Spanyayê El Paîs jî destnîşan kir, ku armanca herî mezin a vê operasyonê, pêşîgirtian li 'korîdoreke Kurd' e.