BI DÎMEN

Cansiz, Dogan û Şaylemez li sê welatan hatin bibîranîn

Ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarên Toronto, Sîdney û Torîno, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di sala 2013'an de hatin kuştin, bi çalakiyan tên bibîranîn.

TORONTO

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Toronto yê Kanadayê, her sê jinên şoreşger hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komîsyona Ciwanan a Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ve hate orgnaîzekirin û Komîsyona Jinê daxuyaniyek li vir da.

Li dû nîşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina li helbestan, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.

SÎDNEY

Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, komkujiya Parîsê hate şermezarkirin. Çalakî li ber avahiya Konsolosxaneyê pêk hat û li ser navê komîteya amadekar Suleyman Bîngol axivî.

Bîngol da xuyakirin, ku ji bo veşartina kujerên rasteqîn tetîkkêş Omer Guney hatiye kuştin û got, "Gelê Kurd heta ku edalet bi cih bê wê li pey vê dozê be. Eger dewleta Fransayê ne hevparê vî sûcî be, bila kiryarên komkujiyê derxîne holê."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" qediya.

TORÎNO

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, li Navenda Çandê ya Mala Gel bi heman armancê merasîmek hate lidarxistin. Di bîranînê de hin beşên pirtûka "Jiyana min her tim şer bû" ya Sakîne Cansiz hat xwendin û li ser navê Komîteya Kurd axaftin hat kirin.

Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê qediya.