Çalakiyên xwedîderketina li îradeyê bi berfirehî didome

Kurd û dostên wan li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daketin kolanan. Di çalakiyan de ku AKP/Qesr hatin hişyarkirin, peyama berxwedanê hat dayîn.

WAN

Bi sedan welatiyên li ser banga HDP'ê û DBP'ê li Kolana Hunerê ya Wanê hatin cem hev binçavkirina hevşaredar û serdegirtina şaredariyê şermezar kirin. Di çalakiyê de Rêvberê HDP'ê yê navçeyê Yunus Parîn axivî. Parîn bi bîrxist ku hikûmetê qeyûm tayînî 28 şaredariyên DBP'ê kirine û wiha got: "Hikûmeta ku van bêhiqûqiyan dike ne rewaye. Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên ku dide meşandin rewabûna xwe winda kiriye. Divê hevşaredar û hevalên me yên binçavan de ne demildest bên berdan.

AGIRÎ

Li Agiriyê binçavkirina hevşaredaran bi daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê hat dayîn hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê bajar Yilmaz Dursun axivî û da zanîn ku kesên ku şerê qirêj ji kurdan re rewa dibîne wê hesan bidin û wiha pêde çû: "Kesên ku qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, hevalên me binçavkirin, destnedana parlamenterên me rakirin, girtîgena ji gelê Kurd  re rewa dibînin deqeyên xwe yên dawî dijîn. Heta ku ev êrîş berdewam bikin gelê me wê li kolanan li ber xwe bidin.

MÛŞ

Li Mûşê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê HDP'a Mûşê Mensur Işik, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê wê bi van rêbazên xwe yên qirêj encamekê bidest nexin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

RIHA

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Rihayê bi daxuyaniyek hevpar binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin. di daxuyabiyê li ber avahiya DBP'ê hat dayîn de Hevseroka DBP'a Rihayê Yasemîn Kiliç, bi lêv kir ku serokomar Erdogan hewldana darbeyê ji xwe re wekî firsend dîtiye hemû tiştî dike û da zanîn ku bila gûmana kesekê ji berxwedana wan tune be.

EDENE

Binçavkirina hevşaredarên Amedê bi daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê hat dayîn hat şermezar kirin. Li vir Hevserokê HDP'ê yê bajar Huseyîn Beyaz, axivî û destnîşan kir ku amadekariyên tayînkirina qeyûm a şaredariya Amedê tê kirin. Beyaz da zanîn ku wê êrîşên li hember gelê Kurd  bi berxwedanê vale bê derxistin.

ANTALYA

Li Antalyayê rêxistina HDP'ê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê HDP'a bajar Îhsan Nergîz, bi lêv kir ku ew ê li hember zextan mafê xwe yê demokratîk bikar bînin û ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriya AKP'ê têkoşîna bidomînin.

HATAY

Li navçeya Îskenderuna Hatayê HDP'ê li ber avahiya xwe bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran dan. Hevserokê HDP'a bajar Ahmet Çagan da xuyakirin ku Tirkiye di pêvajoyek bêhiqûqî û keyfî re derbas dibe û banga têkoşînê li hemû aliyan kirin.

XARPÊT

Binçavkirina hevşaredaran li Xarpêt bi pêşengiya DBP'ê hat şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya DBP'ê hat dayîn de Hevserokê DBP'ê yê bajar Nafîz Koç axivî. Koç, da zanîn ku bi binçavkirin û polîtîkayên çewisandinê mafê siyasetê yê kurdan ji destê wan tê girtin û operasyon wê tayînkirina qeyûman bi xwe re bîne.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlih binçavkirina hevşaredaran û Ayla Akat Ata bi daxuyaniya hevpar a Kongreya Jinên Azad (KJA), HDP û DBP'ê hat şermezar kirin.

Berdevka Demî ya Êlihê ya KJA'yê Songul Korkmaz, destnîşan kir ku êrîşa li Amedê li hemberî nûnertiya jinan pêk hatiye û wiha axivî: "Em ê destkeftiyên jinan teslîmî êrîşkaran nekin. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin."

MANÎSA

Di pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Manîsayê de li ber Rêxistina Navçeyê ya Yûnûs Emreyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Li vir Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ahmet Ertaş axivî û got heta pêşengên wan tên berdan wê li her qadê derngê xwe bilind bikin û hewl bidin raya giştî jê agahdar bikin.