BI DÎMEN

Çalakiyên piştevaniyê ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 600’an

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê, ji ber sedema çalakiya hefteya 600’î ya Dayikên Şemiyê, çalakiyên piştevaniyê li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê, ji ber sedema çalakiya hefteya 600’î ya Dayikên Şemiyê, çalakiyên piştevaniyê li dar xistin.

PARÎS

Li ser banga Kongreya Demokratîk a Gelan a Fransayê bi mebesta ku piştevaniyê nîşanî çalakiya Dayikên Şemiyê bidin li paytexta Fransa Parîsê li meydana Chatler Le Hallesê çalakiya rûniştinê hate kirin. Li gel hêzên welatparêz, çepgir, sosyalîst gelek saziyên Fransiz jî piştevanî ji bo çalakiyê nîşan dan. Pankarta bi navê ‘’Ev 600 hefte ne em li edelatê digerin’’ hate daliqandin, çalakî saet 12.00’an bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir.

Kongreyê bi daxuyaniyê got,’’ Li Tirkiyê di serî de daraz hemû saziyên dewletê ne di xizmeta welatiyan lê di xizmeta desthilatdariyê de ne û ev jî bi xwe re nehiqûqiyê, bêedelatiyê û rêveberiya kêfî tîne.’’

Bi berdewamî hate gotin ku ew ê dev ji lêgerîna xizmên nebedîbûyî, edelat, heqîqet û aştiyê neqerin.

STRASBOÛRG

Li Straboûrgê ya Fransayê Kurd, Elewî û nûnerên saziyên çepgir û sosyalîst li Place Klêberê hatin cem hev, wêneyên kesên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine nebedîkirin hilgirtin û çalakiye bêdengiyê ya 10 deqeyan pêk anîn. Li qada çalakiyê pankarteke mezin daliqandin ku hatibû gotin, ‘’Zarokên me yên ku di binçav de ji hêla dewleta Tirk ve hatine nebedîkirin li kû ne?’’

Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê ve hate xwendin û têkildarî têkoşîna dayikên şemiyê bi fransizî axaftin hatin kirin. Hate diyarkirin ku ew piştigiriyê didine dayikên şemiyê ku ev 600 hefte ne dom dikin û piştgiriya wan ji niha û pê de jî wê berdewam be.

VIYANA

Kurdistanî û dostên wan ku li Kolana Graben a paytexta Viyanayê Avûsturyayê gihaştin hev bi mebesta li aqûbeta kesên ku di binçavkirinan de hatine nebedîkirin bipirsin, di hefeta 600’î de çalakiya rûniştinê kirin. Di daxûyaniyê de çalakiya Dayikê Şemiyê ku ev 600 hefte ne dikin hate slavkirin û piştî rûniştina saetekê dirûşma ,’’ên nebedî kirin wê nebedî bibin’’ berz kirin.

AACHEN

Li gel Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-E), hevparên Komîsyona Navneteweyî Ya Li Dijî Windahiyan (ICAD), bi armanca piştgirîkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 600’î ya ku li Qada Galatasaray a Stenbolê li dar dixe, li bajarê Aachen ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku li Aachen Wîlly Brandt Tlatz a bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, wêneyên kesên winda bûyî û pankartên bi nivîsên “ Hûrşît Kulter li kûye? We sax bir sax dixwazin” û “ Piştgirî ji bo Dayikên Aştiyê” re hatin vekirin. Çalakvanan têkildarî kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatîne windakirin belavok belavkirin. Di çalakiya ku bi armanca piştgirî bidin Dayîkên Aştiyê hate lidarxistin de, têkildarî windahiyan jî dirûşim hatin berzkirin.

...