Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê

Li gelek bajarên Ewropayê, çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.

Li bajarên Stûttgart, Dusseldorf û Essenê çalakî duh bi mîtîngan qediyan. Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê jî, faşîstan êrîşî çalakgeran kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, nobeda li kon a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh bi mîtîngekê qediya. Di vê çalakiyê de, li ser komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan belavok hatin belavkirin, agahî hatin dayîn. Çalakiya ku 9 rojan bênavber dewam kir, saet di 19:00 de bi xwendina sirûda 'Çerxa Şoreşê' qediya.

DUSSELDORF

Çalakiya bi heman armancê li ser banga KCDK-E li bajarê Elmanya Dusseldorfê pêk hat, di roja 10. de qediya. Di vê çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Di roja 10. a çalakiyê de bi wesîleya salvegera çalakiya fedayî ya gerîlaya ARGK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) wêneyê wê bi kon ve hat kirin. Hevrêya Kinaci Hêlîn Amed li vir axivî û qala kesayetiya Zeynep Kinaci kir. Çalakiya kon li dû axaftinan, piştî 10 rojan qediya.

ESSEN

Çalakiya li bajarê Essenê jî bi mîtîngekê qediya. Di axaftinên li qada mîtîngê de hat ragihandin, Erdogan ji bo mirovahiyê xeteriyeke û hat destnîşankirin, hebûna Erdogan li pêşiya aştiya navbera civakan, astengî ye. Mîtîng piştre bi qîrîna dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

LÎNZ

Konê bi daxwaza azadiya Ocalan li bajarê Lînz ê Awûstûryayê hat vedan, du rojan li ser hev bû hedefa êrîşa komên faşîst. Di beşa duh a çalakiyê de komên faşîst li hemberî çalakgerên li kon li hev civiyan û polîsên Awûstûryayê jî bi tenê li vê provokasyonê temaşe kirin. Şûşeke ku faşîstekî avêt, çalakgerek birîndar kir. Ji ber vê êrîşê şer û alozî derket.

ÎNNSBRÛCK

Li bajarê Înnsbrûckê jî çalakiya konvedanê piştî du rojan qediya. Duh saet di 20:00 de bi sedan belavok hatin belavkirin û li ser armanca çalakiyê agahî hatin dayîn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Nûran Koçgirî di dawiya çalakiyê de axivî û anî ziman, gelek erk û wezîfeyên Kurdên li Ewropayê hene û wê bi berpirsyariya xwe rabin.

GOTEBORG

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Goteborgê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr kon vedan. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" bi kon ve kirin û hem bi devkî hem jî bi rêya belavokan raya giştî ya Swêdê li ser tecrîdê, şer û komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, hat agahdarkirin.

...