BI DÎMEN

Çalakiya ‘MED-Nûçe’ ya li pêşiya avahiya Eûtelsatê: Hûn nikarin dengê me rawestînin!

Kurd û dostên wan yên ku li paytext Parîs li pêşiya avahiya Eûtelsatê kom bûn, rawestandina weşana MED-Nûçe TV’yê protesto kirin.

Paytext Parîs a Fransayê, bi feranan dewleta Tirk a li ser Eûtelsat a ku biryara rawestandina MED-Nûçe da hate protestokirin.

Li ser banga Konseya Kurd a Civaka Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li pêşiya avahiya Eûtelsat a li Parîsê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de NCKD ên li Parîs û derdorî wê, Komeleya Pîr Sûltan Ebdal a Parîs, ACTÎT, Kovara ODAK û saziyên mîna wan cih girtin.

Di çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn de pankarta bi nivîsa “Eûtelsan li gel Erdogan cih digire” vekirin. Di çalakiyê de li gel dovîzên MED-Nûçe dovîzên logoyên qenalên mîna Zarok TV û 10 qenalên din li ser hatin hilgirtin.

BÎNGOL: HER ROJ EM Ê LI BER XWE BIDIN

Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya RTÛK’ê ferman da Eûtlesat ku weşana MED-Nûçe asteng bike, bertek nîşanî vê hewldanê da û wiha got: “Bi vê hewldanê hevkariya dewleta Tirk a faşîst û Eûtelsatê derket holê. Ev vê biryarê qet qebûl nakin û heta Eûtelsat biryara xwe venekişîne emê her roj di nava çalakiyan de bin.

CEYLAN: DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN

Endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan jî wiha anî ziman: “ Em di demekî ku li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş tên meşandin re derbas dibin. Dewleta faşîst a Tirk li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek televîzyonên Kurd, Elewî, dengê kedkaran weşan dikirin asteng kirin û dawî li weşana wan anî. Bi fermana girtina MED-Nûçe dide nîşandan ku wê qetlîamên pir mezin bikin. Eûtelsat jî hevkarên qetlîamên bê kirine. Ez bang li Kurdên li Ewropa û Fransayê dijîn dikim kû xwedî li qenalên TV xwe derkevin û li ber xwe bidin.”

Çalakî bi axaftinên nûnerên tevgerên şoreşger, çep-sosyalîs û Elewî dewam kir. Peyaman hevpar a di axaftina de derket ev bû: “Hûn nikarin dengê asteng bikin, em ê li ber xwe bidin û ser bikevin.”

Mîtînga ku 2 saetan domand, bi dirûşmên ku Tirkiye û Ewropayê şermezar dikin ve bi dawî bû.

 

...