Bûldan: Tezkereya şer mirin û hejarî ye, rê nedin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perîvn Bûldan a diyar kir ku tezkereya şer dijminahiya li Kurdan e û wê hejariyê zêdetir bike got: “Em bi hev re qezenç bikin, bi hev re welat bi rê ve bibin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi beşdariyek zêde beşdarî civînê bû û wêneyên Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a ku 30 sal cezayê hepsê lê hat birîn hildan.  

Bûldan diyar kir ku di serdema AKP’ê de kes û aliyên civakî ku mexdûr nebûbûn tune ne û divê demildest mexdûriyeta xelkê ji holê were rakirin.

Bûldan anî ziman ku cezayê hepsê ji aliyê Dadgeha Amedê ve li Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat birîn rexne kir û got: “Em biryara nehiqûqî ye û bi erkek siyasî hatiye dayîn nas nakin. Em ê qet van cezayan nas nekin.”

Bûldan da zanîn ku li aliyekî qesasên jinan tên berdan û tecawizkar tên berdan li aliyekî jî pêşî li rêxistinbûna jinan tê girtin û got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka partiya me ya Amedê Hulya Akomen jî di nav de jinên girtî ku stranên bi Kurdî gotine û govend gerandine cezayê ragihandin û hevdîtinê dane wan. Daraz û îqtidara xwe li dijî Kurdî dijminatiyê dikin.”

Bûldan got divê siyasetmedar Aysel Tugluk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ku pir cidî ne demildest were berdan.

Bûldan anî ziman ku îşkenceya dijmirovane û êrişa zayendî ya li hemberî girtiya jin Garîbe Gezer a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin pêk hatiye nayê qebûlkirin. Buldan got ew zext, îşkence û muameleya xerab a li ser girtiyan ji nêz ve dişopînin û got: “Girtî ne bi tenê ne û bêxwedî nînin. Em wek HDP’ê li ba wan cih digirin û em ê her li rewşa wan bipirsin.”

Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tezkereya derveyî sînor û budçeya tê amadekirin û ev nirxandin kir:

Rojeva gel feqîrî, bêkarî û bêdaletî ye. Lê em dinêrin di rojeva îqtidarê de dîsa tezkereya şer heye. Îqtidar jî baş dizane ku wê êdî biçe. Lewma ev tezkere wê bibe tezkerya çûyîna wan.

Ev tezkere tezkereya ku nefesê bidin OSO, DAIŞ’ê, El Nûsra û hêzên paramîlîter. AKP dixwaze vê tezkereyê ji xwe re bike tezekereya berjendiya hilbijartinê.

Yên ku dengê we li dijî DAIŞ’ê derneket, niha jî radibin li dijî Sûriyê tezkereyê dirêj dikin. Divê hûn demildest dest ji van polîtîkayên xelet û ji bilî êş û hilweşînê tiştek nayîne, berdin.

Em armanca îqtidarê ya tezkereyê baş dizanin. Armanca wan ew e ku li Sûriyê qet aştî pêk neyê û şer berdewam bike û bila krîza penaberan bidome da ku sûdê jê bigirin. Armanca wan rastî berjwendiyê îqtidara wan e. Hevsengiya we ya şer û pevçûnê neçû serî û wê neçe serî jî. Leyîstokên we wê yeko yeko pûç bibin.

Ez li vir bang li îqtidarê dikim. Yên ku biryara operasyona leşkerî ya li Sûriyê didin bila bibînin ku welat xistine çi halî. Civak di warê aborî de têk çûye. Hûnê qet nikaribin ser van polîtîkayên xwe biniximînin. Ji karker, cotkar, jin, feqîr, teqewît, esnafan re budçe nîne lê radibin budçeyê ji polîtîkayên şer re vediqetînin. Ev budçeya wan şerê qesrê ku amade kirine wê bibe budçeya çûyîna wan.

Em her tim dibêjin; şer qirêj dike. Encama tezkereyan lîsteya gewr e. Wê ji niha şûn ve cihê we ne lîsteya gewr be, wê cihê we lîsteya reş be.

Ez li vir bang li raya giştî û civakê dikim, qet û qet baweriya xwe bi gotinên vê îqtidarê yên wek ‘beka, ewlehîparêz, dijminên navxwe’ neyinin. Tenê derdek van heye, ew jî kursiyê xe difikirin. Tenê bekaya wan kursiyê wan e. Dixwazin şer zindî bihêlin û ser feqîrî, krîza aborî û bêkariyê bigirin.

Ez bang li hemû aliyan û gel dikim werin em li pêşiya polîtîkayên şer rawestin û li dijî şer derkevin. Em hemû bi hev re xwedî li aştiyê derkevin. Em tifaqa mezin a aştiyê û demokrasiyê ava bikin. Em Tirkiyê ji vê çala tarî rizgar bikin. Ez li vir bang li muxalefeta siyasî jîdikim; piştgirya tezkereya îqtidarê ya ku dixwaze kursiyê xwe pê zexm bike nekin. Piştevaniya hewldana şerê wan nekin. Li ber windakirinê ne, nebin piştevanê wan. Li cem aştiya Sûriyê cih bigirin û li cem diyalog, çareserî û muzakereyê cih bigirin. Dengê ‘erê’ nedin piştevaniya OSO, DAIŞ û El Nûsrayê.

Yên ku cihê çareseriya pirsgirêka Kurd parlamentoyê dibînin, divê ji tezkereyê re bêjin na. Heke hûn ji tezkereyê re bêjin ‘erê’, hûnê xizmeta neçareseriyê bikin. Ji vê dûr bikevin. Hişê ku 38 sal in pirsgirêka Kurd bi operasyonên derveyî sînor çareser dikin, dixwazin windakirina Tirkiyê ya 38 salan berdewam bikin. Divê êdî were dîtin ku bi van rêbazan çareserî ne pêkan e. Tam jî dem dema em ji vê hişmendiya înkarê û îmhayê rizgar bibin e. Ez bang li Meclîsê dikim werin em parlamentoyê bikin parlamentoya çareserî û aştiyê. Bila ne dengê koroya şer dengê koroya aştiyê olan bide.”