Bûldan serdana Cemxaneyê kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a ku beşdarî çalakiya Pariyê Muharremê bû, banga “Li dijî hikûmetê divê em deng û têkoşîna hevpar bixin meriyetê” kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan tevlî merasîma Pariya Muharremê ya li Cemxaneya Erenler a li Esenyurtê ya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Damal ve hat lidarxistin bû.

Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Alî Kenanoglû, Tulay Hatîmoglû, Zeynel Ozen, Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Sûltan Ozcan, hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Îlknûr Bîrol, Ferhat Encû, Berdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tûrgût Eker, endamên PM’ê yên HDP’ê û gelek kesên din tevlê merasîmê bûn.

'EM ÊRÎŞÊ QEBÛL NAKIN'

Hevserok Pervîn Bûldan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev êrîşên ku li civaka Elewî tên kirin ji ber nêzîkatiya dijberkar û cudakar a hikûmeta wan e. Bûldanê got, “Em dizanin ku hemû zilm û êşên welatiyên Elewî bi êş û zilma ku li Kurdan tê kirin re hevbeşin. Kerbela berê qewimî, lê îro ev desthilat plan kiriye ku careke din bi taybetî Kerbelayê bi civaka Elewî bide jiyîn. Konsepta êrîşeke pir dijwar li dijî welatiyên me yên Elewî daniye pêşiya xwe. Êrîşên li ser Cemxaneyê nayên qebûlkirin. Cemxaneyên ku îbadetxaneyên welatiyên me yên Elewî ne pîroz in. Çawa ku mizgeft ji bo me pîroz û parêzbend in, cemxane jî pîroz û parzêbend in. Weke HDP'ê dixwazim diyar bikim ku em van êrîşan qebûl nakin.”

‘HAYA HIKÛMETÊ JI ÊRÎŞÊ HEBÛ'

Bûldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev hemû êrîş ne êrîşên qut in. Bi temamî haya hikûmetê û yên ku vî welatî bi rêve dibin ji êrîşê hebû. Em hemû jî dizanin ku ji ber zimanê wan ê provokatîf e. Yên ku îro êrîşî welatiyên Elewî dikin ne yên destpêkê ne û ne jî yên dawî. Lê belê divê em hemû zanibin ku heta em hikûmetê neşînin û dawî li desthilatdariya vê hikûmetê neyînin, wê ev êrîş bi dawî nebin. Ji ber vê yekê divê Elewî, Kurd, bawerî, nasnameyên cuda, yên ku li vî welatî tên paşguhkirin û biçûkxistin, li dijî vê desthilatdariyê xwedî deng û têkoşîneke hevpar in. Em dizanin ku bi şandina wan ji desthilatdariyê em ê aştî, aramî û xweşiyê bînin. Ji ber vê yekê ew dizanin ku dema wan kêm maye û haya wan pê heye. Ji ber vê yekê ew qas êrîşkar in.”

TÊKOŞÎNA HEVPAR

Bûldanê anî ziman ku ji hilbijartinê re demeke kin maye û ji ber vê yekê hikûmet êrîşkar bûye û got, “Hikûmet dizane ku wê winda bike û wê biçe. Ji ber vê jî weke HDP’ê bi qasê ku em li hemberî van êrîşan û her cure çewisandina welatiyên me yên Elewî û bawerî û nasnameyên cuda bi têkoşîneke hevpar yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin, emê bikarin ji bo pêşî li van êrîşan bigirin plansaziyê çêbikin.”