Bîlgen: Weke HDP'ê em ê rêxistinkirina 'NA' ava bikin

Piştî civîna li Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û şûn de Berdevkê Patiyê Bîlgen, eşkere kir ku wê di referandomê de rêxistinkirina 'Na' ava bikin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, piştî hevdîtina tora yekem a Distûra Bingehîn di Meclîsê de hate erêkirin û şûn de, civiyan û rewşa heyî nirxandin. Di navbera civînê de Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa ekonomiya Tirkiyeyê û got: "Her ku diçe Lireyê Tirkiye li ber bilindbûna Dolar di nava metirsiyekî mezin de ye. Hêjmara bêkariyê gihişte 12'an. Di demekî kin de tê dîtin ku di tevahiya Tirkiyeyê de wê 500 hezar bêkarên nû lê zêde bibe. Ev ne tenê di aliyê ekonomiyê de, çavkaniya xwe ji nêzîkatiyên siyasî û rêbazên rêveberiyê jî digire.

ROJNAMEVANÊN GIRTÎ

Bîlgen diyar kir ku tevî ku li Tirkiyeyê kirîzên cidî yên di warê ekonomiyê de tên jiyîn, li ser serêkirina sîstema Serokatiyê bi serê xwe mijarekî ya li ser rawestînê ye. Bîlgen wiha anî ziman: "Azadiya çapemeniyê ji bo me girîng  û qadekî taybet e. Di vê qada maf û azadiyê de bi awayekî zelalî em agahiyan nagirin. Girtina rojnamevana û binçavkiran wan a dem dirêj, rojnamevanên ku ev 24 roj in di bin çavna de ne hene. Di mijara girtina rojnamevanan de cihekî yê şermê ye. Li Tirkiyeyê 134 rojanmevanên girtî hene û ev jimara rojnamevanên girtî niviya rojnamevanên di cîhanê de girtîye.

HEVDÎTINÊN DISTÛRA BINGEHÎN

Bîlgen, destnîşan kir ku li MYK'ê bi taybet hevdîtinên Distûra Bingehîn û rewşa heyî nirxandine û wiha got: "Hem di aliyê dengdayîn û hem jî komkirinê de, Distûra Bingehîn a bi lez û bez di Meclîsê de bidin erêkirin nayê qebûlkirin."

'WEKÎLÊ ME JI BER GOTINA XWE RASTÎ LÎNCÊ HAT' 

Bilgen, bal kişand ser êrişa li dijî wekîlê HDP'ê Garo Paylan û wiha got: "Van qanûnan ji civakê vedişêrin û direvînin. Guhertina bi vî rengî nayê qebûlkirin û ne rewa ye. Li dijî rewatiya Distûra Bingehîndarbe ye. Wekîlên me nikarin dengê xwe bikar bînin. Wekîlê me Garo Paylan ji ber gotinek xwe hate lînckirin. Ger ku tora duyemîn jî di şertê Rewşa Awarte de bê erêkirin wê bibe Qanûna Darbkeya Rewşa Awarte. Ev Distûra Bingehîn wê dijrewa û ne fermî be." 

DARBE PÊK BIHATA JÎ wê HEMAN TIŞT BÛBA 

Bîlgen, rêbaza guhertina qanûnan rexne kir û wiha berdewam kir: "Bi van guhertinan erk û peyvira parlamentoyê ji destê wê tê girtin. Di 15'ê Tîrmehê de bombe avêtin parlamentoyê. Xwestin parlamentoyê bê peyvir bihêlin. Niha jî em dibînin ku dixwazin parlamentoyê bê peyvir bihêlin. Kenan Evren jî ev pêkanîn xeyal nekir. 

'EM Ê CIVÎNAN PÊK BÎNIN' 

Bilgen, diyar kir ku bi van guhertinan dixwazin civakê terbîye bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em ê têkildarî van mijaran bi beşên cuda yên civakê re civînan pêk bînin. Em ê kampanya bidin meşandin. HDP wê bêje "Na". Em bang li Parlamenterên AKP û MHP'ê dikin ku ji vê rewşê re bêjin bes e. Em ê ji bo di Referandumê de helwesta "Na" pêş bixin bi her awayî xebatê bikin. Divê helwesta "Na" bibe wesîleya xêrê. Em ê bi hemû pêşen û beşên civakê re di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin. Her partî wê xebatên xwe bimeşînin.