Bîlgen: Rewabûna vê destûra bingehîn wê ji ya Evren ne zêdetir be

Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan ku hevserokên wê û parlamenterên wê dîlgirtî ne, ji bo nirxandinên rojevê civîn li dar xist.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ku di civîna koma partiya xwe de axivî, bi bîr xist ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanan e û wiha dewam kir, “Ez roja rojnamevanan pîroz dikim. Em roja rojnamevanên ku deriyên rojname û TV’iyên wan nehatine girtin pîroz bikin. Roja rojnamevanên girtî pîroz bikin. Di kesayeta Metîn Goktepe de ku xwest rastiyan ji civakê re ragihîne û jiyana xwe ji dest da hemû rojnamevanan silav dikin.”

Bîlgen, der barê 3 jinên şoreşer ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin jî wiha got: “4 sal derbas bûn. Lê, li derdorê belgeyên fermî yên dewletê digerin. Lê ne ji Tirkiyeyê ne jî ji Fransayê helwestek cîdî nebû.”

Bîlgen têkîldarî hevdîtinên qanûna bingehîn jî ev tişt anîn ziman: “Duh di nuqteya vegerînê ya Tirkiyeyê de jî carek din bêhiqûqiyek çêbû. Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber deriyê Meclîsê bi awayekî mafdar pêşeroja xwe dihizirin, ji bo gotina xwe bêjin kom bûn. Ji bo bertek û hêviyên xwe nîşanî parlamenteran bidin xwestin li ber meclîsê bên cem hev. Lê kesên ku ji 15’ê Tîrmehê ve hemû kesan dawetî parlamentoyê dikin, duh di hevdîtinên krîtîk ên qanûna bingehîn de destûr neda ku sendîka û baro bên cem hev. Bi fermana ‘ger parlamenter jî bin derxînin’ bi gazê êrîşî wan kirin û ji Meclîsê dûr xistin. Duh di saetên nîvro de ev tabloya li ber deriyê Meclîsê pêk hat, lîstîkên ku li meclîsê tên lîstin derdixîne holê. Ger hûn tiştekî ji gel narevînin, ger ji gel re bifêde be, hûn çima ditirsin. Duh tiştê rû da, di bin vî banî de jî bê jiyîn, ev reklama yekemîn a şanoyê bû. Çawa dest pê kirin wê wiha berdewam bikin. Ger 330'ê bibînin wê di şertên OHAL’ê de bi kampanyayê ji pêkanînên Kenan Evren ên 30 sal berê cudatir nebe.”

Bîlgen, destnîşan kir ku duh serlêdana hevserokên wan hebû û wiha pê de çû: “Bi faksê ji Serokê Meclîsê re ragihandin ku dixwazin deng bi kar bînin. Lê ji nedîtî ve hatin. Ne tenê serokê ku rûniştinê bi rê ve dibe, kesên li ser navê partiyan jî axivîn ji nedîtî ve hatin. Dibêjî qey li vî welatî 11 parlamenter ne di girtîgehê de ne, mafê wan tuneye û ji nedîtî ve hatin."

Bîlgen, ji ber  parlamenerên AKP dema dengdayina veşartî bi vekirî deng bi kar anîn jî  got: “Çawa qanûna bingehîn a Evren hem ji ber naverokê hem jî ber şêweyê xwe bû mijara nîqaşan, ev paket jî wê ji wê cudatir nebe.”

Bîlgen, biryara “boykotê” ya ji ber dengdayîne hatiye dayîn jî wiha vegot: “Şêweyekî bikaranîna dengê ‘erê’ heye. Kesên ku ji ber helwesta me ya duh em nekirin amûrê propagandaya ‘bi veşartî dengê erê bi kar anî’, ên ku nikarîbûn bi vê êrîşî me bikin, şevê din aqil didan me. 4 rêyên ku bikaranîna dengê ‘Na’ heye. Ya yekemîn em ê biçin û dengê redkirinê bi kar bînin. Ya duyemîn, em ê biçin dengê betalkirinê bi kar bînin, ya sêyemîn em ê dengê vala bi kar bînin û yar çaremîn jî em ê bêjin ‘em di vê lîstîkê de cih nagirin’ û deng bi kar neynin. Destûr bidin ka em ê çawa bêjin ‘Na’. Dema em diçin ser sindoqan em ne aktorên lîstikên we yên qirêj in. Gelê me, em li vir bi çi peywirdar kiribin em wê dikin.”