'Bi zêdekirina dema binçavkirinê ve îşkence rewa kirin'

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê parêzer Eren Keskîn bal kişand ser zêdekirina dema girtina li binê çavan, ku bû 30 roj û got, bi vê yekê ve îşkence hatiye rewakirin.

Keskîn da xuyakirin, ku îşkenceya zayendî careke din li binê çavan tê kirin û destnîşan kir, girtina 30 rojan a li binê çavan, gefeke giran e li jinan.

Keskîn der barê Rewşa Awarte de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku Qanûna Rewşa Awarte ya ji aliyê AKP'ê ve bi cih hatiye anîn, encamek darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ye û got, "Bi qanûna darbeyeke din a mîlîtarîst li hemberî darbeyeke mîlîtarîst derketine. Ev yek ji aliyê mafên mirovan ve nayê fêmkirin."

Keskîn ragihand, qanûna Rewşa Awarte û bicihanîna wê, gefeke mezin li mafên mirovan dixwin û anî ziman, girtina 30 rojan a li binê çavan tê wateya rewakirina îşkenceyê.

Parêzer Eren Keskîn got, "Di salên 90'î de heman tişt hatin kirin. Bi qanûnên 12'ê Îlonê re dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Bi vî rengî mirov di binê çavan de hatin windakirin. Li Kurdistanê pêvajoyeke gelekî giran rû da. Ji bo mafên mirovan ne girîng e bê ev dem li hemberî kê bê bikaranîn. Em saziyeke ku li dij in, îşkence li îşkencekar jî bê kirin. Parêzvanên mafên mirovan naxwaze girtina 30 rojan a li binê çavan li hemberî faşîstekî, li hemberî mîlîtarîstekî, li hemberî şoreşgerekî bê bikaranîn. Ji ber ku ev yek banga îşkenceyê ye."

Keskîn destnîşan kir, ku dema dirêj a binçavkirinê wê bandoreke girantir li jinan bike û wiha dewam kir: "Beriya hefteyekê serlêdana 4 jinên li Girtîgeha Sîlîvriyê gihaşt ber destê me. Dema mirov li îşkenceya zayendî ya di nava 4 rojan de li wan hat kirin û jiyana wan tarî kir bifikire, mirovê çêtir fêm bikin bê 30 rojên li binê çavan wê çi bîne serê jiyanan. Dema girtina 30 rojan a li binê çavan ji bo her kesî girîng e. Lê belê ji aliyê jinan ve ku îşkenceya zayendî careke din li hemberî wan ketiye meriyetê, hîn bêhtir gefê dixwe."

'YEKANE RÊYA PÊŞÎGIRTINA LI DARBEYA LEŞKERÎ, SIVÎLBÛN E'

Parêzer Eren Keskîn diyar kir, yekane rêya têkoşîna li dijî darbeyên leşkerî sivîlbûn e û got, "Di 15'ê Tîrmehê de darbeyeke leşkerî bû. Hûn encax bi sivîlbûnê dikarin pêşî li darbeya leşkerî bigirin. Tirkiye ji roja ava bûye heta niha, komareke leşkerî ye. Bi rêbazên hev ên mîlîtarîst li dijî hev derdikevin. Herî zêde jî mafên çepgirt, demokrat, Kurd û parêzvanên mafên mirovan tên binpêkirin."

Keskîn pirsa "Kê ew kesên îro ji wan re dibêjin çete ne, li nava dewletê bi cih kir?" pirsî û got, "Gelo garantî heye ku ev ê careke din li hev neyên? Lewma yekane çareya me demokratîkbûn, sivîlbûn e."