Bi sed hezaran kes li Bakirkoyê 1'ê Gulanê pîroz dikin

Li Stenbolê, bi sed hezaran kes ji du baskan ve herikîn qada Bazara Gel a Bakirkoyê. Qada tijî bûye dengê dirûşmên "Berxwedan wê bi ser keve", "Em ê zincîrên koledariyê biqetînin" jê tê.

Ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi sed hezaran kes li qada Bazara Gel a Bakirkoyê li hev civiyan. Hînê jî mirov ber bi qadê ve diherikin. Girseya gel a ji aliyê Marmara Forûmê ve ber bi qadê ve dihat, ku di nav de HDP û HDK jî hene, bû hedefa êrîşa polîsan. Piştî vê êrîşê girseya gel ji bo xwe bigihîne qadê careke din dest bi meşê kir. Tevî jin, ciwan û xwendekaran bi sed hezaran kesên ji du baskan ve berê xwe dan qadê, mesaja "Di 1'ê Gulanê de em bi hev re ne" dan û meydan dagirtin. Bi sed hezaran kesên qedexekirina Taksîmê şermezar dikin, daxwaza jiyaneke însanî, biratî û azad dikin.

TERORA DEWLETÊ YA LI KURDISTANâE HAT ŞERMEZARKIRIN

Di kortejan de li dijî dîktatoriya AKP'ê banga têkoşîna hevpar ha tkirin û komkujiyên li Kurdistanê bi qîrîna dirûşmeyan hatin şermerzarkirin. Li qadê, li dijî îstîsmara zayendî û şîdeta li dijî jinê, nerazîbûneke tund heye. Jin bi kincên xwe yên bi rengê mor cihê xwe di nava kortejê de girtin. Ji qadê dengê dirûşmên "Berxwedan wê bi ser keve", "Em ê zincîrên koledariyê bişikînin", "Bijî sosyalîzm", "Em bêdeng nabin, teslîm nabin" bilind dibe.

ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ NEHATIN JI BÎR KIRIN

Girseya gel mirovên di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekir û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz girt. Bi her zimanî Sirûda 1'ê Gulanê tê gotin û dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê" tê qîrîn.

Mîtîng wê bi axaftina nûnerên rêxistinên kedê destpê bike. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê wê daxuyaniyeke hevpar bê dayîn. Herî dawî wê hunermend Yasemîn Goksû derkeve ser dikê.