Bi pêşengiya HDP'ê bi hezaran kes li Stenbolê li hev civiyan

Mîtînga HDP'ê ya li dijî hewldana darbeyê û biryara Rewşa Awarte, destpê kir. Bi hezaran kes bi dirûşma "Ji darbeyan re na, demokrasî aniha" li hev civiyan.

Mîtînga "Ji darbeyan re na, demokrasî aniha" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Parka Gazî Şehîr a Sûltangaziyê destpê kir. Li vê qada bi alên HDP'ê hat xemilandin bi hezaran kes li hev civiyan. Girseya gel li ber stranan govendê digerîne û dirûşma "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" diqîre.

Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsa "Li dijî darbeyan û Rewşa Awarte em berxwedana demokratîk xurt bikin", "Li dijî darbeyan û faşîzmê, em berê xwe bidin eniya demokrasî û têkoşînê" û "Çareserî bi muzakereyê dibe, muzakere jî li Îmraliyê" hatin daliqandin.

Hunermendên Navenda Çandê ya Arzela derketin ser dikê û berhemên xwe di vê kêliyê de pêşkêş dikin.

Di vê navberê de polîsên Tirk bi maşînên zirxî hatin pêşiya qadê. Girseya gel nerazîbûnê nîşanî vê helwesta polîsan dide.