Bi hezaran karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê li qadan bûn

Li Colemrêg, Dêrsim, Çewlik, Meletî, Elezîz, Sêrt, Semsûr û Mêrdînê bi hezaran kes karker û kedkar kombûn, 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Li Colemrêg, Dêrsim, Çewlik, Meletî, Elezîz, Sêrt, Semsûr û Mêrdînê bi hezaran kes karker û kedkar kombûn, 1’ê Gulanê pîroz kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê di pêşengtiya KESK’ê de kedkar li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn, têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de endamên û Rêvberên HDP’ê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankartên mîna “Bijî 1’ê Gulan” û “Teşeron cînayetin, bila teşerontî bi dawî bibin” vekirin. Di daxuyaniya ku dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” hatin qîrkirin de, Berdevkê Demê yê Platforama Şaxê KESK’ê yê Colemêrgê Mûsa Bor axivî û diyar kir ku karker û kedkar roja 1’ê Gulanê di pêvajoyeke polîtîkayên AKP’ê yên şerê qirêj li Tirkiye didin meşandin de pîroz dikin.

Li Çelê jî di pêşengtiya KESK’ê de kedkar li hev kom bûn, li pêşiya avahiya sendîkayê bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin.

ÊLIH

Li Êlihê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi hezaran kedkar, karker, jin û ciwan li Stedyuma Bajêr ya 18'ê Gulanê li hev kom bûn. Qada ku ji hêla Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve ewlehiya wê hatibû girtin, di saetên serê sibehê re tijî bû. Di pîrozbahiyê de parlamenteren HDP'ê jî di nav de, gelek rêveberên saziyên sivîl jî cih girtin.

Di mitîngê de li ser navê komîteya amadekar Seroka Sendîkaya Genel Îşê ya Êlihê Narîn Erol axivî û diyar kir ku pêwistiya Tirkiyeyê bi çîna kedkaran heye û ev tişt got: "Heke li vî welatî yekitiya karekran bê avakirin, wê yekitiya gelan jî bê avakirin. Ji ber ku em tenê bi têkoşîna karkeran dikarin pêşiya vî şerî bigirin. Divê em ji ber ol, bawerî, nasname û çandê ji hev re dijminatiyê nekin."

'RUHÊ ÇANAKKALEYÊ Û KOBANÊ GIHIŞT HEV'

Endamê Navenda Giştî yê Sendîkaya Petrol Îşê Mustafa Mesut Tekîn axaftina xwe bi bîranîna kedkarê tenduristiyê Azîz Yural û Mehmet Tunç ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir û ev tişt anî ziman: "Heke ruhê Çanakkale û Kobanê nebe, wê aştî neyê vî welatî. Ji bo pêkhatina aştiyê divê yekitiya me hebe. Em wê li hemberî ti kesî serî netewînin û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

DÊRSIM

Pîrozbahiyên li Dêrsimê bi beşdariya hezaran kesî li Çarşiya Binerd hat li darxistin. Di meşê de parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên Dêrsimê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di meşê de pankarta "Dê heq, hiqûq û edalet bi PKK'ê bê" hat vekirin û dirûşmên wekî "Bijî Berxwedana Karkeran" hatin berzkirin û girse heta Qada Seyîd Riza meşiya. Piştî rêzgirina ji bo şehîdên azadiyê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de polîtîkayên faşîzane yên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana li Gever, Nisêbîn û Şirnexê hat silavkirin.

ÇEWLIK

Bi sedan karker û kedkarên li Çewlikê li ber Kuleya Saetê hatin gel hev, 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di mitîngê de Serokê Lîjneya Rêveberiya Egîtîm Senê Metîn Kiliç axivî û êrîşên li dijî saziyên herêmê û binçavkirinên demên dawî şermzar kir. Kiliç xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan.

MELETÎ

Li Meletiyê bi hezaran kes li ber Riya Emeksîzê hatin gel hev û heta Qada 1'ê Gulanê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Be Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Nisêbînê" û "Bijî 1'ê Gulanê" hatin berzkirin. Girseya xwe gihand qadê, banga bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê kirin.

ELEZÎZ

Di pîrozbahiyên li Elezîzê de gelek sendîka, partî û saziyên sivîl li ber Garaja Hozatê hatin gel hev. Girseya li qadê bi daxuyaniyekî 1'ê Gulanê pîroz kir û peyamên têkoşîna li dijî faşîzmê hat dayîn.

SÊRT

Pîrozbahiyên li Sêrtê li qada Newrozê hatin lidarxistin. Di mitîngê de Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Sêrtê Emîn Guneş axivî. Guneş diyar kir ku meclisa herî zêde ji wekîlên AKP'ê pêk tê, vîna civakê nade nîşan, di aliyê parastina demokrasiyê de jî gelekî lewaz e. Pîrozbahî bi stranên Şermend, Montana The Band, Koma Berfîn ya NÇM'ê û hunermend Mehmet Atli birdewam kir.

SEMSÛR

Bi dehan sazî û partiyên wekî EMEP, HDP, DBP, CHP, OSP, ESP, Egîtim Sen, SES, BES, KURDÎ-DER û endamên Komeleya Jiyana Jinê, li Kolana Sakaryayê li hev kom bûn, bi dirûşman ber bi Parka Mustafa Yucel Ozbîlgîn ve dest bi meşê kirin. Piştî girseyê xwe gihand parkê, li ser navê girseyê Sekreterê Malî yê Şaxa SES'ê yê Semsûrê Hasan Denîz axivî û bal kişand ser şerê li Kurdistanê û polîtîkayên faşîzane yêl li dijî karkeran.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ve hat amadekirin. Girseya li ber avahiya Egîtîm Senê hatin gel hev, heta Parka Karayoluyê meşiyan. Piştî meşê, li Parka Karayoluyê demekî çalakiya rûniştinê pêk hat û xwestin daxuyaniyê bidin, lê polîsan diyar kir ku ji ber qedexeya ji hêla walî ve wê destûrê nedin daxuyaniyê. Piştî astengiyê girse heta ber Egîtîm Senê meş pêk anîn û belav bûn.