BI DÎMEN

Bi deh hezaran kes li Strasboûrgê daxwaza azadiya Ocalan dikin

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Strasboûrgê li hev civiyan. Dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' li kolanên Strasboûrgê deng vedide.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Strasboûrgê li hev civiyan. Dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' li kolanên Strasboûrgê deng vedide.

Bi deh hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropiyên ji nîvê şevê ve li nêzî Gara Trenê ya Navendî li hev civiyan, danê nîvro ber bi qada mîtîngê ya li Parkîng des Vanneaûxê ve meşiyan.

Ciwanên meşa dirêj ên ji bajarê Elmanya Stûttgartê meşiyan heta Strasboûrgê, li refên pêş ên meşê cih girtin. Girseya gel di nava bajêr de bi qasî 3 kîlometreyan meşiya.

Kurdistanî tevî wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê, alên PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ û flamayên tevgerên din ên Kurd hildigirin. Bi pankart û dirûşmên xwe re komkujiyên dewleta AKP li Kurdistanê dike, şermezar dikin.

Di meş û mîtîngê de hêrsa gel a li dijî komkujiya li Cizîrê di asta herî bilind de ye û dirûşmên "Tolhildan", "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "AKP qetil dike, Ewropa lê temaşe dike" tên qîrîn.

Bi deh hezaran kesên di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de meşiyan, daxwaza "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bi yek dengî bilêv kirin.

Di meşê de komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê bi taybetî li Cizîrê kiriye û dike, hatin şermerzarkirin. Şervanên YPS'ê yên li çeperên berxwedanê jî hatin silavkirin.

Girseya gel a saet di 11:30 de dest bi meşê kir, beşek jê xwe gihandiye qada mîtîngê. Tevlîbûna Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropayê, hînê dewam dike.

...