Bi deh hezaran kes li Enqereyê li hev civiyan

Li Enqereyê, ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi deh hezaran kesî Meydana Kolejê dagirtin. Di çalakiyê de li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê pankart hatin vekirin û dirûşme hatin qîrîn.

Li Enqereyê, ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi deh hezaran kesî Meydana Kolejê dagirtin. Di çalakiyê de li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê pankart hatin vekirin û dirûşme hatin qîrîn. Ji bo pîrozbahiya ku hem ji aliyê polîsan hem jî ji aliyê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin, DÎSK û Turk-Îş ji aliyê Sihhiye, KESK, TMMOB û TTB jî ji aliyê Cebecî ve dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de partiyên siyasî HDP, EMEP, ODP, CHP û Halkevlerî, AKA-DER, rêxistinên jin û ciwanan cihê xwe di nava her du kortejan de girtin. Her wiha Sendîkaya Xebatkarên Ceaweriyê yên li Kargehên Leşkerî Wezîfedar (ASÎM-SAN) jî cihê xwe di nava kortejan de girtin. Gelek parlamenterên HDP û CHP'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Li qadê pankartên bi nivîsên li ser daxwaza aştiyê û şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê hatin vekirin û dirûşme di vî warî de hatin qîrîn. Komeleya 10'ê Cotmehê ya malbatên kesên di Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên xizmên xwe hilgirtin û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ketin meydanê.

Kedkarên jin jî bi pankarta bi nivîsa "Kadro nebe, 3 zarok jî nabe' bi AKP û Serokkomarê wê Erdogan ve dan.

Li derdora qada mîtîngê bendên kontrolê hatin danîn û tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin. Her baskê meşê ji du bendên kontrolê hatin derbaskirin. Wezîfedarên ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin diyarkirin, tedbîrên tund wergirtin. Her wiha helîkopterên polîsan jî li ser meydanê digirin.

KURDÎ-DER jî bi pankarta bi zimanê Kurdî ya bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê" cihê xwe di pîrozbahiyê de girt. Yek ji dirûşmên li qadê tê qîrîn "Pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe, ji bo çareseriyê li maseyê vegerin" e.