BI DÎMEN

Bi çalakiyekî avahiya Şaredariya Arnhemê hate dagirkirin

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê komek çalakger ji bo protestokirina dagirkeriya hikûmeta AKP’ê bi çalakiyekî avahiya şaredariyê dagirkirin.

Di çalakiya ku gelek Kurdistanî beşdar bûn de bal kişand ser lîstikên qirêj ên ku ji aliyê hilûmeta AKP’ê ve li ser Kurdan tê meşandin, her wiha bang li Hollandayê hate kirin ku dawî li lîstikên qirêj ên dewleta Tirk bînin. Di çalakiyê de tim dirûşmên “Terorîs Tirkiye” û “Kujer Erdogan” hatin qîrikirin. Li vir çalakgeran dosyaya ku têkildarî çalakiya xwe amadekiribûn radestî rêveberên Şaredariyê kirin.

Piştî çalakiyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arnhemê bi beşdariya Parlememtera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer civînekî hate lidarxistin.

 

...