Beştaş: Wê ti carî nebînin ku HDP teslîm bûye

Meral Daniş Beştaş a HDP'yî der barê vekişîna ji komîsyonê de got, "Ti wateyeke mayîna me nemabû" û destnîşankir ku ew ê ti carî teslîm nebin, ti carî ji rêya xwe venegerin.

HDP'ê duh xwe ji komîsyona nirxandina pêşniyara "rakirina destnedanê" ya Qesr/AKP'ê, ku mîna hewldana tasfiyeyê ye, vekişand.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Endama Komîsyona Destûra Bingehîn Meral Daniş Beştaş daxuyanî da ANF'ê û da xuyakirin, ku piştî vekişîna ji komîsyonê ew ê di rojên pêş de li hev bicivin û li ser rê û rêbaza ji niha û pê ve biryarê werbigirin.

Beştaş got, "AKP'ê hêza xwe ya zordar anî Meclîsê. Şîdeta li derve dike, xist nava Meclîsê jî. Jê heye ku bi êrîşkariyê ser sûcên xwe binixumîne. Lê xwe dixapîne. Gel û cîhan dibîne. Eger ji pêşniyara xwe piştrast in, eger li gorî hiqûqê ye, eger rewa ye, wê demê diviaybû helwesteke bi vî rengî nîşan nedabûna. Ev meseleya destnedanê; di rêya ber bi sîstema serokatiyê de gaveke ji gavên wan e."

'ME HEWL DAN VÎNA GEL BIPARÊZIN'

Beştaş anî ziman, ku li komîsyonê feraseteke karibe li wan guhdarî bike tinebû û got, "Piştî demekê êdî wateya mayîna li komîsyonê nema. Zordarî, tehrîk, tacîz, heqaret... Me ji wan re gotin ku ew dixwazin bi vê pêşniyarê re vîna gel ji holê rakin û me jî hewl dan vîna gel biparêzin."

'MECLÎS NE CIHÊ YEKANE YÊ TÊKOŞÎNÊ YE'

Beştaş got, "Wê ti carî nebînin ku HDP teslîm bûye. Nirxandinên me dewam dikin. Berxwedana me jî dewam dike. Em dixebitin. Weke partî, kom, desteya rêveberiya navendî, rêxistinên bajar û navçeyan dixebitin û berxwedana me wê bidome. Bi vekişîna ji komîsyonê ve têkoşîna me neqediya ye. Cihê tekane yê têkoşînê ne Meclîs e. Em ê tevî civata giştî bibin."