Beştaş: Li Enqereyê bi zanebûn tedbîr nehat wergirtin!

Parlamentera HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku di komkujiya li Enqereyê de bi zanebûn tedbîr nehatine girtin. Beştaş mijar xist rojeva Meclîsê û pirs li hikûmeta AKP'ê kir.

Parlamentera HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku di komkujiya li Enqereyê de bi zanebûn tedbîr nehatine girtin. Beştaş mijar xist rojeva Meclîsê û pirs li hikûmeta AKP'ê kir.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, li ser komkujiya li Enqereyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok kir û jê xwest bersiva van pirsan bide:

"Li nav û derdora cihê Mîtînga Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, çima tedbîrên ewlekariyê nehatine wergirtin? Di xwepêşandanên civakî de, hêzên ewlekariyê bi tenê ji nava qada destûra wê hatiye dayîn de, berpirsyar in? Cihê li derveyî qadê, li derveyî cihê hêzên ewlekariyê jê berpirsyar e? Cihê wezîfeyê yê hêzên ewlekariyê li gorî çi tê diyarkirin?

Tevî ku di nava pênc mehên dawî de gelek êrîşên bombeyî hatin kirin û windahiyên gelekî giran hatin dayîn, çima di Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê de tedbîr nehatine girtin?

Gotina we ya 'qesliya ewlekariyê nîne' ku we di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman, gelo vegotina; bikaranîna mekanîzmaya parastinê ye? Yan jî mukurhatina li bêberpirsyariya xwe ye?

Piştî bûyerê, ku mirî û birîndar li erdê bûn, hûn êrîşa polîsan a bi nava şid û bombeyên gazê li hemberî birîndaran çawa dinirxînin? We ev ferman dane hêzên ewlekariyê?

Ji dema amadekariya mîtîngê heta teqîna bombeyê, ji aliyê polîsan ve dîmenê cihê komkujiyê hatiye kişandin? Eger nehatibe kişandin, ji ber çi nehatiye kişandin?

Lêpirsîna der barê komkujiyê de di kîjan astê de ye?"