Beştaş: Fermannameya AKP'ê nikare gelan ji hev cihê bike

Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûn nîşanî fermannameya AKP'ê da ku ji bo kesên 'sîxuriyê' bike xelatê bide û bang li AKP'ê kir ku dest ji vê pêkanînê berde.

Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûn nîşanî fermannameya AKP'ê da ku ji bo kesên 'sîxuriyê' bike xelatê bide û bang li AKP'ê kir ku dest ji vê pêkanînê berde. Beştaş got, "Qanûn, fermanname û hewldanên serdest, wê nikaribin gelan ji hev cihê bikin."

Berpirsyara Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Alîkara Hevserokan Meral Daniş Beştaş, li ser fermanmaya AKP'ê ya ji bo dayîna xelatê ji kesên li derdora xwe bide, 'sîxuriyê' bike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'XEZÎNEYA DEWLETÊ JI BO ŞERÊ QIRÊJ TÊ PÊŞKÊŞKIRIN'

Beştaş diyar kir ku ev fermanname li şûna demokratrîkbûyînê tê wateya pejirandina rêveberiyeke dîktatoryal û got, "Hikûmet, erka qanûnçêkirinê ya Meclîsê, bi bicihanîna fermanname û rêvebernameyan re ji dest digire. Bi vê yekê re bi çarenûsa gelên li welêt dilîze. Em bang li dewletê dikin ku tavilê dest ji van pêkanînan berde."

Beştaş, ev fermanname di çarçoveya polîtîkaya şer a AKP'ê de nirxand û got, "Xezîneya dewletê ne ji bo avakirina aştiyê, ji bo şer, ji bo şerê qirêj ê sîxuriyê, tê pêşkêşkirin."

'GEL WÊ RÛMETA XWE BIPARÊZIN; WÊ JI HEV CIHÊ NEBIN'

Beştaş anî ziman ku hikûmet ji demokrasî û mafên mirovan dûr dikeve, gel dike dijminê xwe û got, "Gelên Tirkiyeyê yên bi rûmet van lîstikên qirêj bi awayekî vekirî dibînin." Beştaş got, "Qanûn, fermanname û hewldanên serdest, wê nikaribin gelan ji hev cihê bikin. Di nava vê civakê de aştî, biratî û wekhevî wê bi sekna bi rûmet a gelên Tirkiyeyê bê û ew roj nêzîk e."