'Berpirsyarê rewşa heyî, konsepta şer a 24'ê Tîrmehê ye'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku konsepta şer a 24'ê Tîrmeha 2015'an nekariye gelê Kurd tesfiye bike, lê belê hewldana darbeyê jî di nav de rê li ber gelek bûyerên nû vekiriye.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken da xuyakirin, ku konsepta şer a 24'ê Tîrmeha 2015'an nekariye gelê Kurd tesfiye bike, lê belê hewldana darbeyê jî di nav de rê li ber gelek bûyerên nû vekiriye.

Balûken, polîtîkayên şerê taybet ê topyekûn ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hat destpêkirin û bandora vê konseptê li roja îro, ji ANF'ê re nirxand.

'24'Ê TÎRMEHÊ RÊ LI BER REWŞA AWARTE YA LI GELEMPERIYA WELÊT VEKIR'

Balûken da xuyakirin, ku konsepta şer a di 24'ê Tîrmehê de ket dewrê, piştî salekê weke rewşa awarte li gelên Tirkiyeyê, li erdnîgariya Tirkiyeyê vegeriya ye û got, "Eger ev konsepta şer nehatibûya meşandin û li se r bingeha demokratîkbûnê pirsgirêka Kurd bihata çareserkirin, wê pêvajoyeke bi vî rengî ya darbeyê rû neda."

Balûken diyar kir, darbeya Qesrê a piştî 7'ê Hezîranê û konsepta şer a piştî 20'ê Tîrmehê bi cih hat anîn, li bajarên Kurdan rê li ber hilweşîneke gelekî mezin vekirin û wiha dewam kir: "Xwestin vê erdnîgariyê talan bikin, bê mirov bihêlin. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek mal çûn. Ji bilî kûrkirina neçareseriyê û tesfiyekirina serokwezîrekî, bi kêrî tiştekî nehat. Israra di vê polîtîkayê de bû sedem ku di 115'ê Tîrmehê de darbeya biryargehê bê kirin. Salek piştî 24'ê Tîrmehê li tevahiya Tirkiyeyê rewşa awarte hat îlankirin."

'JI WAN NEHAT KU TEVGERA KURD TESFIYE BIKIN'

Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku polîtîkayên şer, dewleteke ji hev ketî danî pêşiya gelên Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Yên digotin 'em ê di nava çend mehan de vê meseleyê hal bikin', siberojeke tarî ya bi tirs û fikar danîn pêşiya civaka Tirkiyeyê. Ev yek wê di demeke nêz de gelekî bê nîqaşkirin.

Bi van polîtîkayên şer ve ne karîbûn Tevgera Kurd tesfiye bikin, ne jî karîbûn vîna siyasî ay gelê Kurd bişikînin. Di heman demê de, ji bo gelên Tirkiyeyê jî li gorî sedema beriya vî şerî şert û mercekî erênî nehat afirandin. Berevajî, çirûska li erdnîgariya Kurdan pê ket, tevahiya Tirkiyeyê şewitand. Ji nava 79 mîlyonan dilê kesî  têkildarî siberoja xwe rehet nîne. Der barê can û malê xwe de her kes bi fikar in."

KONSEPTA ŞER RÊ LI BER REWŞA AWARTE VEKIR

Balûken destnîşan kir, ku divê civak hemû bibîne; ya ku di navbera 24'ê Tîrmeha 2015'an û 24'ê Tîrmeha 2016'an de bû sedem rewşa awarte li gelemperiya welêt bê ragihandin, şaşîtiya polîtîkayên şer bû.

Îdrîs Balûken her wiha da zanîn, di nava krîzên mezin de firsendên mezin jî hene û got, "Eger ev bûyerên qewimîne rast bê nirxandin û bi aqilanek helwestek were nîşandan, dibe ku 24'ê Tîrmehê bibe firsendek."

Balûken ragihand, rêya demokratîk yekane rêya rizgariya ji vê rewşê ye û bal kişand ser griîngiya têkoşîna hêzên demokrasiyê.

'DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN'

Balûken işaret bi tirs û fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bibîr xist, ku Ocalan ji bo gelê Kurd, hêzên aştî û demokrasiyê û siberoja demokratîk a gelên herêmê, xwedî roj û mîsyoneke dîrokî ye.

Balûken got, "Ji ber vê yekê bala gelê me li ser rewşa tenduristiya wî ye. Divê hikûmet vê tecrîda bêwate rake û rê li ber veke ku nirxandinên Birêz Ocalan ên li ser qewimînên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bigihêje raya giştî."