Berdan Ozturk: Êriş ji bo tunekirina destketiyên Kurdan e

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji bo tasfiyekirina destketiyên Kurdan e.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Berdan Ozturk anî ziman ku êrişa bi hevkariya PDK'ê li ser Zap, Avaşîn û Metînayê meheke tê kirin ne tenê êrişek ji bo desteserkirina çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê ye û got, "Ev êriş êrişa ji bo tunekirina destketiyên Kurdan e, êrişeke dagirkeriyê ye ku ji aliyê mejiyê sed salî yê înkarkirin û tunekirina Kurdan ve bi destê AKP-MHP'ê tê meşandin."

Bi dewamî bal kişand ser dewlemendiya Kurdistanê ya ji aliyê çavkaniyên binerdê û bi bîr xist, ku ambargoya gelek welatan a li ser Rûsyayê kir ku ji bo petrol û gaza xwezayî li alternatîfên cuda bigerin. Berdan Ozturk anî ziman ku yek ji van alternatîfan jî Başûrê Kurdistanê ye, lewma Tirkiye dixwaze ji vê firsendê sûdê werbigire û destketiyên ku Kurdan bi berdêlên giran bi dest xistine hem tune bike hem jî sûdê ji çavkaniyên binê erdê werbigire.

'RÊVEBERIYA PDK'Ê TEMSÎLA GELÊ KURD NAKE'

Hevserokê KCD'ê destnîşan kir ku rêveberiya PDK a ku şirîk û parçeyek ji vê êrişê ye bi ti awayî temsîla gelê Kurd nake.

Berdan Ozturk ragihand ku karên KCD bi salane ji bo yekîtiya neteweyî dimeşîne şaş hatiye fêhmkirin, wan ti carî di vê mijarê de bang li PDK'ê nekirine û destnîşan kir ku dema qala yekîtiya neteweyî kirine, ti carî qala yekîtiya navbera partiyan nekirine, lê belê işaret bi yekîtiya hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd kiriye.

Berdan Ozturk diyar kir ku di pêvajoya Kobanê de ev hişmendî afirî, piştî ku gelê Kurd li çar parçeyan bû yek li hemberî DAÎŞ'ê bi ser ket û bi bîr xist, dema ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin nerazîbûna herî mezin ji gelê Silêmaniye û Hewlêrê hate nîşandan. Berdan Ozturk got, "Lewma li nava gelê Kurd hişmendiya yekîtiyê çêbûye. Newroza îsal bû nîşaneya şênber a vê yekê. Gelê me ku bi kincên xwe yên neteweyî di Newrozê de herikî qadan, peyama vê yekê bi rengekî eşkere da."

Hevserokê KCD'ê got, divê rêveberiya PDK'ê li derveyî van hemûyan bê nirxandin û wiha dewam kir, "Rêveberiya PDK'ê hevkariyê bi feraseteke welê re dike ku hewl dide Kurdan tune bike. Ev partî ne dikare Kurdan ne jî Kurdistanê biparêze. Ji xwe beriya çend salan ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê biryara referandûmê dabûn. Li ser vê biryarê gelê me bi fedakariyeke mezin deng da û dengê erê da daxwaza serxwebûnê. Yê ku nerazîbûna herî mezin nîşanî vê yekê da hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê bû, her wiha gef xwar û got, 'Em ê deriyên sînor bigirin û hûn ê birçî bimînin'. Bi birçîhiştinê gef li gelê Kurd xwar. PDK jî îro bi vê ferasetê re hevkariyê dike. Rewşa PDK'ê ji ya wan jî xerabtir e. Qet nebe AKP-MHP bi eşkereyî dibêje 'Ez nasnameya te ya Kurdîtiyê qebûl nakim', lê PDK hem îdîa dike ku Kurd û Kurdistanê diparêze, hem jî her derê pêşkêş dike û Başûrê Kurdistanê radestî mejiyekî ji yê Saddam xerabtir dike."

'LI PIŞT PLANA ÊRIŞÊ DYE Û ÎNGILISTAN HENE'

Berdan Ozturk bi bîr xist ku êriş li Şengal û Rojava jî dewam dike û anî ziman ku li pişt plana vê êrişê DYE û Îngilistan hene.

Hevserokê KCD'ê ragihand ku Tirkiye, PDK û hikumeta navendî ya Iraqê bêyî DYE'yê nikarin êrişeke wiha bikin û got, "Li holê têkoşîneke Kurdan heye ku daxwaza jiyana azad dike û li dijî feraseta kapîtalîst emperyalîst e. DYE û NATO vê yekê li dijî berjewendiyên xwe weke gefekê dibînin. Dewleta Tirk jî dixwaze ne tenê statuya Kurdan tune bike, dixwaze bi temamî Kurdan tasfiye bike. DYE û NATO jî berevajî modela Rojava dixwaze modelek mîna PDK'ê gelan di bin kontrola xwe de bihêlin, ne ku bihêlin gel azad bibin. Ji aliyekî ve weke ku 'azad dike' nîşan dide, lê belê bi esasî dike kole û dixe bin kontrola xwe. Em jî weke gelê Kurd vê qebûl nakin, em ê qebûl nekin. Em ê nebin koleyê kesî."

'DIXWAZIN HERÊMÊ BÊKURD BIHÊLIN'

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ku dibêje ji bo 'vegera bi dilxwazî' ya milyonek Sûriyeyiyan ew amadekariyan dike û diyar kir ku bi vê hewldanê re mîna li Efrînê kir, dixwaze herêmê bê Kurd bihêle, lê belê ev plan wê bi ser nekeve.

Berdan Ozturk ragihand ku beriya her tiştî Sûriyeyî wê vê yekê qebûl nekin û got, "Kes welatê xwe belasebep naterikîne. Destpêkirina nîqaşeke bi vî rengî ne însanî ye, ne wijdanî ye, ne jî exlaqî ye. Mirov ji ber şerê navxweyî hatin vê derê û berpirsyarê sereke yê vê jî desthilatdariya heyî ye. Ji bo berjewendî û hesabên xwe ew anîn Tirkiyeyê û li dijî Yekîtiya Ewropayê mîna şantajekê bi kar anîn. Gelek pere bi vî rengî standin, lê belê ew pere çi kirin? Ew meseleyeke cuda ye. Niha jî qala bicihkirina li herêman dikin. Cihên ku ev mirov jê hatine diyar e, tu yê karibe li malên wan ên ji dest dane bi cih bike? Li vê derê jî dîsa di ser Kurdan re hesabê tunekirina Kurdan dikin. Lê belê ev hesab pêk nayê. Penaber jî vê qebûl nakin. Ji ber ku mirov eger wê vegerin wê li xaka xwe, li mala xwe vegerin, li cihekî ku ji wan re bê diyarkirin venegerin. beriya her tiştî hûn ji dagirkeriyê paşve gavê biavêjin, piştre qala bicihkirina mirovan bikin. Muxalefeta bingehîn jî vê dike. Hem tu yê destûra şer qebûl bike, hem jî qala vegerandina mirovên ji ber şer hatine, bike. Beriya her tiştî ji ber ku ew destûra şer qebûl kirine divê hûn li halê xwe bipirsin."