GOTAR

Bayik: Xwedî bike, mezin bike û bifiroşe!

"Desthilatdariya AKP’ê ya polîtîkaya xwe ya navxweyî û derve li ser DAIŞ’ê sazûman kir; niha jî li nav çavê dewletên dinyayê dinêre û dibêje li hemberî DAIŞ’ê şerê herî mezin ez dikim. Êdî ewqas jî nabe!"

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de bi sernavê 'Xwedî bike, mezin bike û bifiroşe' hesabên dewleta Tirk ên li ser DAIŞ'ê rave kir.

Gotar bi vî rengî ye:

"Desthilatdariya AKP’ê hem li hundir û hem jî li derve xwe zêde biaqil û yên mayî jî zêde bêqail dibîne. Her kes li ser rêya şaş e û ew li ser rêya rast e; her kes sûcdar û ew jî mexdûr e! Ez dibêjim li ti derê dinyayê hişmendiyeke wiha rûşûştî tine ye. Desthilatdariya AKP’ê ya polîtîkaya xwe ya navxweyî û derve li ser DAIŞ’ê sazûman kir; niha jî li nav çavê dewletên dinyayê dinêre û dibêje li hemberî DAIŞ’ê şerê herî mezin ez dikim. Êdî ewqas jî nabe!

Eger yek rabe û ji hemû dinyayê pirsa; 'Gelo herî zêde kîjan welat piştevaniya DAIŞ’ê dike?' bipirse, bersiv teqez ew ê Tirkiye û desthilatdariya AKP’ê be. DAIŞ hêj ku li Iraqê wekî baskeke El Qaîdeyê xwe bi rêxistin dikir û mezin dibû, bi îstixbarata Tirk re wekî neynûk û goşt bû. DAIŞ xwe li ser têkiliyên Baasiyên kevn bi rêxistin kiribû. Tirkiyeyê jî ji ber hişmendiya xwe ya mezhebî bi wan re têkilî danîbû. Rêveberiya Iraqê ji ber têkiliya wî ya bi El Qaîdeyê Iraqê (DAIŞ’a îro) re hebû cezayê bidarvekirinê li alîkarî serokomarê berê yê Iraqê Tarik Haşimî birîbû; Tariq Haşimî jî li ser vê yekê reviyabû û xwe avêtibû hembêza Tirkiyeyê. Di radestkirina Mûsilê ya ji bo DAIŞ’ê de ku di ser eşîretên Sûnnî û Baasiyên kevn de pêk hat jî dîsa rola Tirkiyeyê hebû. Ji ber vê yekê em gotina wê ya şerê wî yê li hemberî DAIŞ’ê daynin aliyekî, rola Tirkiyeyê di derketina DAIŞ’ê de gelekî mezin e.

Tirkiyeyê di mijara DAIŞ’ê de got; 'Dewletên mezin li gelek deveran ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe maşikan bi kar tîne, ez çima bi kar neynim' û ji bo ku DAIŞ’ê wekî maşikekê bi kar bîne, ew xwedî kir û mezin kir. Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo ku hem Esad rojekê ji roja dinê zûtir bikeve û hem jî ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne piştevaniya çeteyên wekî El Nusra, DAIŞ, Ahrar El Şam û hwd kir. Li aliyê din ji bo têkiliya xwe bi DYA û Ewropayê re jî bidomîne têkiliya xwe ya bi çeteyên ku ji wan re dibêjin muxalifên nermik jî domandin; heta di ser van muxalifên nermik de ji DAIŞ û El Nusrayê re dinyayekê cebilxane û mirov rê kirin.

Tirkiyeyê dema dît ku li hemberî DAIŞ’ê koalîsyoneke navneteweyî hat avakirin jî ji bo ku têkiliya wî û DAIŞ’ê neyê zanîn hema rabû û di nav vê koalîsyona hanê de cihê xwe girt. Lê ti carî wekî endameke vê koalîsyonê tevnegeriya. Berevajiyê vê yekê heta ku ji destên wê hat ji bo koalîsyona navneteweyî vala derxe ket nav hewldanan; ji bo ku DAIŞ Şoreşa Rojava bifetisîne piştevaniya herî mezin vê da. Hemû dinyayê jî şahidiya vê yekê kir. Têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de herî baş DYA û Ewropa dizanin. Di hemû raporên îstixbaratî yên DYA û Ewropayê de tê gotin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê. Her çend bi awayekî vekirî ji raya giştî re nebêjin jî di hevdîtinên veşartî de dibêjin; 'Em pê dizanin ku desthilatdariya AKP’ê piştevaniya DAIŞ’ê dike.'

Rûsya, Îran, Sûriye, Misr, Çîn û gelek welatên din jî baş pê dizanin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Şoreşgerên Rojava gelek caran bi belgeyan danîn holê ku Tirkiye çawa destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Em her tiştî daynin aliyekî rewşa ku Tirkiye otobana DAIŞ’ê ye jî vê rastiyê datîne ber çavan. AKP bi tenê ji derve bi hezaran çete negihandin DAIŞ’ê; di heman demê de ji Tirkiyeyê jî bi hezaran çete ji bo DAIŞ’ê hatin gihandin. Ev çete ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin; heta bi sedan endamên MÎT'ê bi xwe jî di nav çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe girtin. Tirkiyeyê di der van endamên MÎT’ê de DAIŞ li gorî poltîkayên xwe araste kirin. Li Tirkiyeyê êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî HDP û hêzên demokrasiyê jî ji aliyê van endamên MÎT’ê yên din av DAIŞ’ê de hatine arastekirin û hê jî tên arastekirin.

AKP'ê DAIŞ ji bo bicihanîna polîtîkayên xwe yên herêm, wekî enstrumaneke bi kar anî; di heman demê de DAIŞ ji bo tepeserkirina Şoreşa Rojava jî bi taybetî xwedî kir. Bêguman di nav Tirkiyeyê de jî DAIŞ li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê bi kar anî. Êrîşên li hemberî turîstan jî ji aliyê endamên MÎT'ê yên di nav DAIŞ'ê de hatine arastekirin. Heta Tirkiyeyê ji hêzên xwe yên taybet jî hin endaman ji destpêkê de di nav DAIŞ’ê de bi cih kirine. Niha jî derdorên ku ji wan re dibêjin muxalifên nermik ên di ser Cerablûsê de ketine bakurê Sûriyeyê jî ji aliyê hêzên taybet ên artêş û polîsên Tirk ve tên birêvebirin û arastekirin.

Dewleta Tirk DAIŞ'ê li hundir û derve li dijî muxalîfan bi kar tîne, hesabekî wî yê din jî ew e ku di heman demê de DAIŞ'ê bifiroşe yên din û bi vî rengî bigihîje armanca xwe. Bi taybetî DAIŞ'ê ji bo ku bifiroşe Ewropa û Amerîkayê jî xwedî kiriye. Ji xwe ev demeke dirêj e peyama 'Eger hûn li dijî Şoreşa Rojava bin, eger polîtîkaya min a Sûriyeyê qebûl bikin ji bo tasfiyekirina DAIŞ‘ê em ê hevkariya we bikin' didan. Ji serî heta niha DAIŞ xwedî kirin û bi buhayeke zêde firotin wekî alternatîfeke girtibûn plansaziya xwe. AKP'ê hesabê ew ê Amerîka û Ewropa li hemberî DAIŞ'ê bikevin tengasiyê; em ê ji wan di serî ji bo PKK û Şoreşa Rojava bifetisînin alîkariyê hûn bidin me, em ê alîkariyê bidin we kir û polîtîkayeke bi vî rengî dan meşandin. Ji bo DAIŞ'ê bi vî rengî bikin qozeke bazarê bikirin û bifiroşin xwedî kirine. Niha gotina Erdogan û Wezîrê Karên Derveyê ji Amerîka û Ewropayê re ya 'eger em bi hev re bin em dikarin DAIŞ'ê têk bibin' encama vê polîtîkayê ye.

Bi qasî ku DAIŞ‘ê bi kar bînin, bi kar anîne; êdî dîtine ku wekî berê nikarin bi kar bînin. Vê carê jî dixwazin bi awayekî din ji DAIŞ'ê sûdê werbigirin. Niha qaşo wekî ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin dixuyin lê fetisandina Şoreşa Rojava hedef digirin. Dîsa li Mûsilê jî wekî ku çeteyên li Sûriyeyê perwerde kir, hêzên ku ji wan re tê gotin Heştî Vatanî re têkiliyan datînin û bi rêya Kurdên ku têkiliyê datînin ve dixwazin li ser Mûsilê bandorê bikin, piştre jî daxwaza xwerêveberî û parastina cewherî ya gelê Şengalê tesfiye bikin. Vê yekê hesab dikin. Xwe wekî ku li dijî DAIŞ a ku xwedî kirine şer dikin nîşan didin û bi vî rengî dixwazin hemû hêzên li dijî DAIŞ'ê şer kirine tesfiye bikin. Dewleta Tirk şerekî dide meşandin; ev jî bi temamî li dijî hêzên ku li hemberî DAIŞ'ê şer dikin û li Rojhilata Navîn dixwazin demokratîkbûnê pêk bînin e, şerekî wisa ye.

Tirkiye heta niha DAIŞ a ku xwedî kir, ji bo ku di serî de Kurd û hêzên demokrasiyê û hemû muxalîfan tesfiye bike hewl dide ku bifiroşe û ji bo vê yekê bazarê dike."