Bayik: Divê em êdî peymana Lozanê ji holê rakin

Cemîl Bayik bal kişand ser sedsaliya Peymana Lozanê û destnîşan kir ku divê ew êdî vê hevpeymanê têk bibin, zemînê jiyana azad û bi rûmet ava bikin, vê jî bi her kesî bide qebûlkirin. Bayik got, "Ji derveyî vê, em tiştekî din qebûl nakin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji Newroza Qendîlê re şand.

Di peyama Bayik de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêber Apo bingeha PKK’ê di Newroza sala 1973’an de danî. Rêbertî li ser bingeha ruhê Newrozê Partî û gelê Newrozê ava kir. Cejna Newrozê li Rêber Apo, li gelê me, li hemû partiyên Kurdistanê, li gelê me yê Ewropayê, li derveyî welat, li ku derê gelê me hebe, li dostê me, li gelên Rojhilata Navîn, li hevalên li zindanan li ber xwe didin, li hevalên li serê çiyayan li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin,li  hemû milîtanên YPG, YJA Star û li hemû xebatkaran pîroz dikim.

Di şexsê rêberê me yê neteweyî Mazlûm Dogan, Mehsûm Korkmaz de, cejna Newrozê li Zekiye, Rahşan, Bêrîvan li hemû şehîdên serxwebûna azadiyê pîroz dikim û wan bi rêzdarî bibîr tînim. Di şexsê hevala Raperîn, Yaşar Botan ên dema dawîn şehîd ketin, di şexsê wan hevalan de hemû şehîdan bi bîr tînim.

Ji ber erdhejê em Newroza îsal bi xemgînî û êşeke mezin pêşwazî dikin. Ez careke din, rehma Xwedê ji welatiyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim. Ji bo gelê me jî sersaxiyê dixwazim. Êşa me mezin e, em PKK û gelê Kurd, êşên xwe tim dikin hêz û dike sedema berxwedan, rêxistin û têkoşînê. Gelê me di vê pêvajoyê de piştgirî û alîkariya mezin nîşan da. Ev gelekî hêja ye. Gelê sosyalîst û demokrat, hevalên jin ên ciwan, pêşengtiya pêvajoyê kirin di erdhejê de. Alîkariya gel kirin. Her tişt bi gel re parve kirin, xizmeteke mezin kirin. Baweriya min ew e ku taybet jin û ciwan wê di Newrozê de rol û pêşengtiya xwe bigire û bi rola xwe rabe.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker dixwaze bi hinceta erdhejê li qadên erdhejê planên Şark Islahatê bi encam bike. Her kes bi vêya dizane, dibîne û tîne ziman. Belkî  gelê me ji ber hin sedeman çûn deverên din. Lê êdî demsal baş e, her kes vegere ser cihê xwe. Divê kes mal, gund û erdê xwe terk neke. Dema ku erdhej çêbû, ji bo ku her kes seferber bibe, me ji aliyê xwe ve aliyê mirovî, exlaqî wijdanî de biryarek da. Me ew biryar jî da diyarkirin. Me got em çalakiyên xwe disekinînin. Çima? Ji ber ku hemû gel li erdhejê xwedî derket ku alîkariyê gel dikin, pêwîstiyên wan pêk tîne. Hemû enerjiya xwe li ser vî esasî pêş bixe. Me ji bo vê ev biryar stend. Biryareke mirovî, exlaqî û wijdanî bû. Berê jî hinek hêz û aliyan dixwestin em agirbestekê îlan bikin. Wexta me ev biryar girt, ên ku ew ji me dixwestin li vê biryarê xwedî derneketin. Dewleta Tirk êrîşên xwe zêdetir kirin. Ev êrîş hê jî didomin. Bi vê êrîşa xwe, dewleta Tirk a dagirker qirker biryara ku me dayî pûç kir, pêwîst e gelê me her kes jî vê rastiyê bizanibe.

Weke tê zanîn di 14’ê Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartinek pêk tê. Ev ne hilbijartineke asayî ye. Ew hilbijartin wê pêşeroja Tirkiye, hêzên çepgir, azadî û demokrasiyê pêşeroja gelê Kurd diyar bike. Yan faşîzm li Tirkiyeyê wê tam serwer bibe. Wê bibe belaya Rojhilata Navîn yan jî wê ev hilbijartin pêşiya komara demokratîk veke. Ji bo wê lazim e, di vê hilbijartinê de AKP-MHP bê têkbirin. Hemû hêzên azadî demokrasiyê, divê ji bo wê jî şev û roj kar bike, xebatê bike. Rola Tifaq Ked û Azadiyê di diyarkirina pêşeroja Tirkiyeyê de zêdetir bûye, divê zêdetir jî bibe. Rola vê tifaq li ber çavan e, her kes vê tîne ziman. Ji bo wê ew tifaq divê rola xwe xurt pêk bîne. Ji ber ku her kes vê dixwaze, li benda vê ye. Faşîzma AKP-MHP ji bo ser desthilatiyê bimîne, qirkirina Kurd berdewam bike, ew ê hemû derfetan bi kar bîne. Bi fêlbazî û derfetên madî manewî wê bixe dewrê. Ji bo wê jî heta hilbijartinê wê êrîşên xwe û zextên xwe û provakasyonan zêde bike. Divê li dijî  vê em tevbîrên xwe bigirin. Ti carî weke hilbijartinên berê ku provakasyon pêş xistin, em gava paşve nevaêjin, em berxwedanê esas bigirin.

Em dikevin sedsaliya hevpeymana Lozanê. Qirkirina Kurd li ser vê peymanê heta îro meşandin. Êdî divê gelê me vê siyasetê û hevpeymanê têk bibe. Zemîna jiyana azad, bi rûmet ji bo xwe ava bike. Vê jî bi her kesî bide qebûlkirin. Bêje êdî em dixwazin bi îrade û nasname, bi azad li ser erdê xwe bijîn. Derveyî vê em ti tiştekî din qebûl nakin. Divê her kes vê yekê qebûl bike. Em tifaqa Lozanê biavêjin ser sergoyê. A ji me tê xwestin ev e. Ji bo wê em êdî di fînalekê de ne, divê her kes vê fam bike, serketinê ji xwe re bike armanc. Divê fînalê pêk bîne, AKP-MHP bixe erdê, li Tirkiyeyê rêya komara demokratîk veke.

Li çiyayên Kurdistanê gerîla destanan dinivîsîne. Gerîla rê neda ku dewleta Tirk a dagirker qirker armancên xwe pêk bîne. Gerîla ew armanca dewleta Tirk têk bir. Gerîla tenê ne li dijî vê sekinî. Rêber Apo, gelê me û gerîla bi hev re li dijî dagirkeriyê sekinîn, ev planên wan ên tasfiye û qirkirinê pûç kir. Nehişt ku dewleta Tirk a qirker Başûr bi temamî bi dest bixe û nehişt ku hedefa Mîsaqî Mîlî pêk were. Çawa gerîla û Rêber Apo li ber xwe didin, destanan dinivîsîne, gelê me jî divê li her cihî li ber xwe bide, berxwedanê bilind bike. Divê gelê me qada Newrozê bike qada berxwedan û serketinê. Tê zanîn di zîndana Amedê de di bin şert mercên herî zor û zehmet de, her kesî digot ev nikarin tiştekî bikin, tiştek pêk nayê. Bi pêşengtiya hevrê Mazlûm û Kemal serketineke mezin hate bidestxistin. Derbeyeke mezin li dewleta Tirkiye dan. Eger em gihiştin van rojan, li ser wê berxwedanê, li ser wî ruhî em gihiştine îro. Him tevgera me hem jî gelê me, di hemû şertan de, heta îro bi vî ruhî li ber xwe da û serketinên mezin bi dest xistin. Gelê me ti demê jiyana bêrûmet, bênasname û bêstatû qebûl nekir. Ji niha şûn ve jî qebûl nake. Divê vê her kes fam bike. Ew berxwedana 50’î salî ji bo vê pêş xist, divê em yekîtiya xwe ya netewî xurttir bikin. Hemû xeta xiyanetê, ya ku ser navê Kurdî tên kirin, divê mehkûm bikin, li hemberî wan bin. Ruhê Newrozê ti demê sîxûrî û xiyanetê qebûl nake. Di nava Kurdan de jî, Kurd divê sixûrî û xiyanetê qebûl nekin. Di nava xwe de pak bikin. Em jiyana bêyî Rêber Apo wekî jiyanekê nabînin û qebûl nakin, gelê me jî vê yekê her dem tîne ser ziman. Ji ber vê em ê vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê vê salê bikin sala jiyaneke azad û bi rûmet. Li ser van esasan, em dimeşin, meşa me meşa azadiyê ye. Em ê di vê meşê de bi ser bikevin. Ez dîsa cejna hemû gelê me, ya dostê me û ya mirovahiyê pîroz dikim. Ji bo we tevan serketinê dixwazim. Bijî Rêber Apo, bijî ruhê Newrozê. Bijî ew têkoşîna ku em ji bo azadî û mirovahiyê didin."