Baydemîr: Gelê Kurd serî netewand

Berdevkê HDP'ê Baydemîr, li ser dek û dolabên di referandûmê de hatin gerandin got, "Ji ber ku vê hikumetê hilbijartina herî bi guman a dîroka komarê pêk anî, wê ji Evren hîn xerabtir bê bîranîn."

Baydemîr got, "Tevî ku zexteke giran hate kirin jî, şikur ji Xwedê re gelê Kurd serî netewand."

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, li ser referandûma ku bi fen û fûtan hate kirin, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Çend ji xalên sereke yên axaftina Baydemîr bi vî rengî ye:

"Pîvana; Dengê veşartî tesnîfa vekirî, hê dema paket li parlamentê bû hate binpêkirin. Pêvajo bi binpêkirina pîvana dayina dengan bi rengekî veşartî, dest pê kir.

Di dema referandûmê de Hevserokên HDP'ê, 13 parlamenter, 3 endamên Desteya Rêveberiya Navendî û 750 rêveberên partiya me yên navçe û bajaran, girtî bûn.

Hemû çavkanî û organên dewletê, ji bo kampanya 'erê' hatin bikaranîn. Wekheviya firsendê ji holê hate rakirin.

Di dema kampanyayê de hikumetê gelek sûcdarî li HDP'ê kir, lê li televîzyonên neteweyî û li TRT'ê maf ji HDP'ê re nehat dayîn ku bersiva xwe bide.

Tevî her tiştî jî, dema ku mirov li nexşeya welêt dinêrin, tê dîtin ku encama dixwestin bi dest nexistine.

Di pêvajoya referandûmê de zêdeyî 2 hezar kes hatin binçavkirin. Rojê bi qasî 5 kes hatin girtin.

Di dema kampanyayê de wekîlên me hatin binçavkirin.

Bi hinceta Rewşa Awarte, li Riha, Colemêrg û li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin. Mirovên daketin kolanan hatin binçavkirin. Halbûkî mafê her kesî ye ku xwe bigihîne gel û li gorî daxwaza xwe propagandayê bike.

Li gelek bajaran, 140 namzetên me yên ji bo serokatiya sindoqê hatin betalkirin.

Hikumeta heyî, ji ber ku hilbijartina herî bi guman a dîroka Komarê pêk aniye, wê ji Evren jî xerabtir bê bîranîn.

Di roja referandûmê de nehiştin ku muşahîtên HDP'yî xwe bigihînin ser sindoqan. Destûr ji jinan re nehat dayîn ku dengê xwe bidin. Muxtar, hevser an jî birayên wan, li şûna jinan deng dan.

Hema bêjin, dengdana 3 mîlyon dengdêrî hate astengkirin.

Li gelek gundan bi rengekî komî deng ji destekî hatin dayîn. Di bin zexta çekan de deng hatin dayîn.

Vê yekê encameke çawa derxist holê. Li gelek bajaran li 420 sindoqan dengekî bi tenê yê 'NA' derneket. Ev hemû herêm jî, qadên bejahî ne.

Li 1118 sindoqan rêjeya dengê 'erê' zêdeyî ji sedî 80 ye. Zêdeyî 200 hezar hilbijêr hene. Li 791 sindoqan endamê desteya sindoqê ji HDP'ê nîne.

Bi mîlyonan dengên bê mohr hatin dayîon. Eger dengê 'NA' danexistibûna binê ji sedî 50'î, wê van dengên bê mohr ji bo betalkirina referandûmê bi kar baniya. Ev lîstik ji berê ve hatibû amadekirin.

Di dawiyê de jî, jimartina dengan bi rengekî dijî qanûnê hate kirin. Referandûm li pîvanên navneteweyî nehat.

Li gel hemû zext û zordariyê jî, şikur ji Xwedê re gelê Kurd serî netewand.

Pêwîstiya lezgîn a vî welatî, destûreke nû ya bingehîn e. Destûreke nû ye ku Kurd, Elewî, karker, bêkar tê de hebin."