Baroya Amedê: Divê daxwaza girtina HDP’ê were redkirin

Baroya Amedê ji bo ku daxwaza girtina HDP’ê û qedexeya siyasî ya li ser 451 siyasetmedarên HDP’ê were redkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê da.

Serdozgerê Komarê Bekîr Şahîn di 17’ê Adara 2021’an de ji bo ku HDP were girtin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de li ser 451 kesan heta 5 salan qedexeya siyasî were destpêkirin îddînameyek amade kiribû û pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê kiribû.

Baroya Amedê jî derbarê vê îddîanameyê serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Di serlêdanê de hate diyarkirinku girtina partiyê pirsgirêkeke avadaniyê ye û hate gotin “Ji ber xala qanûna hejmara 6551, hemû çalakiyên di pêvajoya çareseriyê de yên li Îmraliyê hatine kirin, nabe ku werin darizandin.”

Baroyê diyarkir ku divê daxwaza girtina HDP’ê were redkirin.