Balûken: Desthilatdariya siyasî çar rêgez rakirin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken, wiha got: ‘’ Me pênase kir ku bi demokrasî, mafên mirovan, dewleta hiqûqê û aştiya civakî, dikarin ji zemîna vê darbeyê xilas bibin.’’

Balûken wiha anî ziman: ‘’Mixabin 4 rêgezên ku me diyarkirin jî, ji hêla desthilatdariya siyasî ve hatin rakirin.” Balûken xwest tecrîd bi bayê bezê were rakirin.

Serokwekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken, der barê hewldana darabeyê û tiştên li pey wê pêk hatin daxuyaniyeke çapemeniyê li meclîsê da. Balûken diyar kir, bi 15’ê Tîrmehê re zêdebûna êrîşa di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de di 15’ê Tîrmehê de derktiye holê û got, ew vê hewldana darbeyê bi hev re şermezar kirine. Balûken got, ji bo ku xeterî yan jî metirsiya berdewam were beralîkirin ew weke HDP’ê pêşniyarên xwe yên çareseriyê ji roja pêşî ve bi raya giştî re par ve dikin û wiha pê de çû: ‘’Bi taybetî li gel van hişyarîdayinên me jî em bi xemgînî dibînin ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê ji vê hewldana darbeyê dersên rast der nexistine. Me weke HDP’ê pênase kir ku bi demokrasî, mafên mirovan, dewleta hiqûqê û aştiya civakî, em dikarin ji zemîna vê darbeyê xilas bibin. Mixabin em dibînin ku 4 rêgezên ku me diyar kirin ji hêla desthilatdariya siyasî ve hatine rakirin û em dixwazin vê ji raya giştî re par ve bikin.

BERTEKA LI DIJÎ REWŞA AWERTE

Balûken destnîşan kir ku bi biryarnameya pêşî ya di hikmê qanûnê de ku piştî Rewşa Aware hate ragihandin, diyar bû ku AKP û Erdogan li şûna ku ji vê pêvajoyê lêgerîna dewleta hiqûqê û demokrasiyê bike, bi sepanînên kêfî, bi awayê ku bixwaze desthilatdariya xwe zexm bike di nav lêgerînan de ye. Balûken wiha axivî: ‘’Sepanînên ku min behs kirin, ku darbekar bi ser biketana wê pêk bîanîne. Bi sepanînên ku darbekaran wê pêk bianîna, nakokîyeke mezin e ku Erdogan an jî AKP ji ser zemîna darbeyê xilasiyê pêk bîne.

 ‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’

Balûken xuya kir ku piştî hewldana darbeyê binpêkirinên mezin ên heqan çêbûna û diyar kir ku AKP li ser meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê pozîsyona xwe ya beriya 15’ê Tîrmehê diparêze û wiha pê de çû;‘’Ji roja pêşî ve me got, heke lêgerîneke nû ya çareseriyê wê çêbibe û ji bo çareseriya demokratîk wê fersendek were avakirin, ji bo vê divê tecrîda li Îmraliyê were kirin. Hikûmeta AKP’ê mixabin di nav pêvajoyeke hiqûqî ya wiha de disekine ku tê wateya di nav tecrîdê de tecrîdê.’’

Balûken diyar kir, Tirkiye bi zanebûn ber bi hedefê ve tê birin û bi hewldana darabeyê re gelên Tirkiyeyê ji hedefê hatine avêtin, mirovên ku ji hedefê hatine avêtin jî xwe bi çeqlekî girrtin.’’

Balûken ê HDP’yî herî dawî jî wiha got: ’’ An ew çeql wê bişkê û em hemû bi awayekî parçebûyî bi jêr ve bigindirin an jî bi wê çeqlê, em ê ji devê hedefê dîsa hewl bidin ku derkevin.’’