Avesta: Divê rojeva me ya yekane azadiya Rêberê me be

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Divê jin û ciwanên me azadiya Rêberê me bikin rojeva xwe ya bingehîn. Azadiya Rêberê me azadiya hemû têkoşeran e."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû mêvanê bernameya taybet a li Stêrk TV û rewşa tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Avesta da xuyakirin, ku rewşa Ocalan her tim rojeva bingehîn a tevgera wan e û bibîr xist, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tecrîdeke gelekî giran li ser Ocalan heye.

Avesta diyar kir, ji bilî hevdîtina bi birayê xwe re, wan heta niha ti agahî li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan negirtine û got, "Weke KJK em hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser rewşa Rêberê me be."

Sozdar Avesta bal kişand ser xeyalên împaratoriyê, serokdewletê yên AKP'ê û Erdogan û got, "Bêguman tevgera me ya azadiyê weke yekane astengiya li pêşiya bicihanîna van xeyalan dibîne. Tevgera Azadiyê jî di şexsê Rêber Apo de dinirxîne."

'RÊBER APO POZÎSYONEKE STRATEJÎK E'

Avesta destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedema hebûna wan e û ji 'xeta sor' jî wêdetir, Ocalan ji bo wan man û neman e.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta wiha dewam kir: "Reber Apo di pozîsyoneke stratejîk de ye. Mirovekî ji rêzê, endamekî rêxistineke ji rêzê nîne. Rêber Apo; dil, mejî, felsefe û hebûna vê rêxistinê ye. Rêber Apo bi raman û feraseta xwe, ev rêxistin afirand û bi vî rengî têkoşiya. Bêguman di navenda têkoşîna rêxistina me de Rêbe Apo heye."

Avesta da zanîn, ku eger tecrîda li ser Ocalan dewam bike, nêzîkatiyên li wî bidome û Rêberê wan nekeve dewrê, hingî ti hêz wê nikaribe gerîlayên azadiyê bisekinîne.

Avesta xwest, dijmin vê yekê baş zanibe, "Berxwedan û têkoşîna gelê me yê ji 7 heta 70 salî û milîtanên tevgera me, wê rê li ber azadiya Rêberê me û gelê me veke. Dijmin dixwaze di vî warî de encamê bigire. Lê em jî vê dibêjin; divê dest ji van polîtîkayên şantajê berde. Ji bo pûçkirina polîtîkayên şantajê yên dijmin, lazim e gel û milîtanên me hişyar bin û têkoşînê mezin bikin."

'XETA KU NIHA LI ROJHILATA NAVÎN BI SER DIKEVE, XETA RÊBER APO YE'

Avesta da xuyakirin, ku dewamkirina tecrîdê ji bo wan tê wateya mezinkirina têkoşînê û got, "Têkoşîna me têkoşîneke bir ûmet e. gelê me li dora vê têkoşîna bi rûmet li hev civiya ye. Dikarim vê yekê bi hêsanî bêjim: Xeta ku niha li Rojhilata Navîn bi ser dikeve, xeta Rêber Apo ye. Ya ku li Rojhilata Navîn derb li faşîzmê xistiye û li dijî belayê serê mirovahiyê bi xurtî li ber xwe dide, hewldan, hişmendî û felsefeya Rêber Apo ye. Dijmin ji vê felsefe û ramanê ditirse."

'EV ÊRÎŞÊN FAŞÎST LI DIJÎ PROJE, BÎRDOZÎ Û FELSEFEYA RÊBERTÎ YE'

Avesta anî ziman, ev êrîşên faşîst li dijî projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Ji ber ku paradîgmaya demokratîk a ku hemû gel çareserî û yekîtiya xwe di nava wê de dibînin, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye. Û hemû netewe dewlet di roja îro de yek bi yek têk diçin, dîktatorî hildiweşin. Ji ber ku desthilatdariyên heyî ji aliyê gelan ve nayên pejirandin."

'DIVÊ ROJEVA BINGEHÎN A JIN Û CIWANAN AZADIYA RÊBERTÎ BE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de işaret bi erka pêşengiyê ya jin û ciwanan kir û got, "Lazim e jin û ciwanên me azadiya Rêbertî bikin mijara sereke ya rojeva xwe. Rojeva yekane divê ev be. Ji ber ku dijmin hewl did rojevê berevajî bike. Azadiya Rêberê me azadiya hemû têkoşeran e; azadiya jin, ciwan, wekîl, hevşaredar û her kesên li qada sivîl ji bo azadiyê têdikoşin e. Êrîş ji cihê dest pê kiriye, dikare bê şikandin. Êrîşa bi komploya navneteweyî dest pê kir,bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Pûçkirina vê yekê jî bi garantîkirina tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertî dibe."