AvEG-Kon: Em kampanya 33 malbatên xwedî li hev derdikevin, xurt bikin

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew kampanya '33 malbatên xwedî li hev derdikevin' a bi Yekîtiya Jinên Sosyalîst re dimeşîne, dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kampanya me li welatên Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Îngilîstan û Skoçyayê di çarçoveya hedefên hatine diyarkirin de, tê meşandin."

AvEG-Kon'ê ragihand, ew bi rêya Komeleya Piştgiriya Rojava Şaxê Stenbolê xwe digihînin malbatan û agahiyên ji komeleyê digirin, digihînin malbatên dixwazin alîkariyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Malbat jî di nava xwe de bi malbata alîkariyê pê re bike têkiliyê datîne û dest bi dayîna alîkariyê dike. Malbatên li Ewropayê, ji bo salekê mehane 150 Euro alîkariyê dişîne ji malbatên li Kurdistanê yên mexdûr bûne. Car carna 2-3 malbat dibin yek û alîkariyê bi malbatekê re dikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev kampanya wan li hemberî êrîş, komkujî û polîtîkaya teslîmgirtinê ya dewlet bi tank, top, leşker, polîs, JOH û POH'ên xwe li hemberî gelê Kurd dimeşîne, bersiveke xurt e.

AvEG-Kon bang xurtkirina kampanyayê kir.