AvEG-Kon'ê ji bo meşa şermezarkirina 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir

AvEG-Konê di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo meşa 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' ya di 13'ê Sibatê roja Şemiyê li Strasboûrgê were lidarxistin, em banga tevlîbûnê dikin."

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê wê di salvegera 17. de li bajarê Fransa Strasboûrgê di 13'ê Sibatê de bi meş û mîtîngekê were şermezarkirin. AvEG-Konê bal kişand ser çalakiyê û got, "Ji bo meşa 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' ya di 13'ê Sibatê roja Şemiyê li Strasboûrgê were lidarxistin, em banga tevlîbûnê dikin."

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiya li Strasboûrgê banga tevlîbûna girseyî kir.

Di daxuyaniya AvEG-Konê de hat bibîrxistin, ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li girava Îmraliyê di nava tecrîdeke şidandî de tê ragirtin û hat gotin, "Dewleta Tirk bi ragirtina Ocalan di nava tecrîdê de, bi nehiştina hevdîtina bi parêzer û malbatê re pîvanên hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ê gerdûnî binpê dike.

Dewleta Tirk, tevî vê tecrîda li ser Ocalan, li hemberî gelê Kurd û mûxalîfên çep û şoreşger ên li Tirkiyeyê şerekî wehştî dimeşîne. Desthilatdariya AKP'ê û Tayyîp Erdogan, bi hevkariya DAIŞ'ê re li Pirsûsê komkujî li gelên me kir û bi vî rengî li dijî gelan şerekî topyekûn da destpêkirin.

Dîktatoriya faşîst a mêtînger niha vî şerî bi rengê herî bi xwîn, wehşî û barbarî dimeşîne. Li Kurdistanê bi leşker, tîmên taybet û polîsan re bajaran hildiweşîne, mîna li Sûr û Cizîrê, mirovên birîndar bi îşkenceyê û bi şewitandinê qetil dike. Erdogan ê xwe kêmî Hîtler nabîne, êrîş û komkujiyên li dijî mirovahiyê yên Hîtler û DAIŞ'ê dike. Lê belê berxwedana bi heybet a gelê Kurd, temînata têkoşîna azadiyê ye. Ya bi ser bikeve, çi zû çi jî dereng wê gelê Kurd be.

Mîna Elmanyayê dewletên Ewropa jî destekê didin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst. Bi bazariya kirêt a di ser penaberan re dikin, dewletên Ewropayê destekê didin barbariya faşîzmê û bi vî rengî di mijarên mafên mirovan û demokrasiyê de rûyê xwe yê rast nîşan didin. Feraseta wan a li ser mafên mirovan û demokrasiyê, ji parastina berjewendiyên emperyalîst wêdetir nîne. Lewma dewletên Yekîtiya Ewropayê, bi dewleta Tirk re têkiliyên siyasî, leşkerî û aborî didomînin. Destekê û cesaretê dide dewleta Tirk ku bi hevkariya DAIŞ'ê re dimeşîne. Binpêkirina mafên mirovan ê gerdûnî, bêdengkirina çapemeniyê, girtin û qetilkirina rojnamevan, rewşenbîr û hiqûqnasan erê dikin.

Ragirtina Birêz Ocalan di nava esaret û dîlgirtinê de, parçeyek ji şerê tinekirinê yê li hemberî gelê Kurd tê meşandin e. Di 17 salên tecrîd û pêvajoya ragirtina Ocalan de, em hemû dewletên cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtine, careke din şermezar dikin.

Ji bo tecrîda 17 salan a li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê protesto bikin û ji bo em daxwaza xwe ya statuya Kurdistanê bilêv bikin, bang li hemû şoreşger, demokrat, her kesên pêşverû dikin ku tevî meşa 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' ya 13'ê Sibatê roja Şemiyê li Strasboûrgê bibin."