Atalan: Şerê li Nisêbînê 'Şerê Erdogan e'!

Li Nîsêbînê ku qedexeya derketina kolanan ketiye roja 12’emîn, Atalan diyar kir ku gel li Nisêbînê bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne, timên taybet ên navçeyê şerê bajêr dimeşînin girêdayî Enqereyê ne û Walî û Qeymeqam li vê mikur hatine.

Li Nîsêbînê ku qedexeya derketina kolanan ketiye roja 12’emîn, Atalan diyar kir ku gel li Nisêbînê bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ne, timên taybet ên navçeyê şerê bajêr dimeşînin girêdayî Enqereyê ne.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDP’ê Alî Atalan diyar kir ku ji bo komkujiyeke sivîl a li Nisêbînê bê asteng kirin pêwîst e hemû saziyên demokratîk û gel bi lez bertekên xwe nîşan bidin. Atalan rewşa dawî ya Nisêbînê ji ANF’ê re ragihand.

 Atalan got, “Li Nisêbînê her roj mirovên me tên qetilkirin.” Gelê me bi rojane bê elektirîk bê av di nav birçîbûnê de hewl dide li ber xwe bide. Lê em bi guman in ku komkujiyek mezin pêk were. Eger nerazîbûneke mezin neyê nîşandan, dixwazin komkujiyekê pêk bînin. Gelê me û hemû saziyên demokratîk divê bertekên xwe nîşan bidin. Ji heft salî heya heftê salî mirov ranebin ser piyan, bila kes ne li bendê be ku qedexeya derketina kolanan rabe. Hema her roj welatiyên sivîl tên qetilkirin heta mimkun e hin cenazeyên ku mirov negihiştine wan jî hebin hene. Niha ji ber çopa li kolanan jî em li navçeyê bi nexweşiyeke ya şewbê rû bi rû ne.

Atalan destnîşan kir ku şerê li bajarên Kurdistanê ‘Şerê Erdogan e’ tîmên taybet ên li navçeyê operasyona pêk tînin girêdayî Enqereyê, ne qeymeqamtî û walîtî jî bi qismî li vê mikur hatine.