Artêşa Tirk li Awûstûryayê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, dagirkerî û êrîşên artêşa Tirk ên li herêmên Efrîn û Şehbayê şermezar dikin. Li bajarên Lînz û Bregenz ên Awûstûryayê, bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, dagirkerî û êrîşên artêşa Tirk ên li herêmên Efrîn û Şehbayê şermezar dikin. Li bajarên Lînz û Bregenz ên Awûstûryayê, bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin.

LÎNZ

Kurd û dostên wan ên li bajarê Lînz ê Awûstûryayê dijîn, li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li herêmên Efrîn û Şehbayê, li hev civiyan. Girseya gel li kolana Mozartkreûzûng ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr e, li hev civiya û dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir. Di çalakiyê de belavok li ser mijarê hatin belavkirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat qîrîn.

BREGENZ

Li dijî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê, li bajarê Bregenz ê eyaleta Voralberg a Awûstûryayê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Gotzîsê ve hat organîzekirin û komkujiyên dewleta Tirk li kantona Efrînê kiriye, hat şermezarkirin. Çalakgeran belavok belav kirin, dewleta Tirk teşhîr kirin û bang li raya giştî kirin ku rewşa li herêmê bibîne.

...