Artêşa Tirk êrîşên xwe li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakur Sûriyeye didomîne

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku artêşa Tirk şevê din bi çekên giran êrîşî çeperên li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê kiriye.

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku artêşa Tirk şevê din bi çekên giran êrîşî çeperên li gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê kiriye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeye berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şevê din (25’ê Tîrmehê) bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Ziyaretê ya dikeve rojavayê Kobanê.

Şeva 25’ê Tîrmehê hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya amedekariya êrîşê dikirin operasyonek li dar xistin. Çeteyên DAIŞ’ê yên li qeraxa çemê Firatê kom dibûn û hewl didan êrîşî qadên me bikin bûn hedefê hêzên me. Di encama lêdana bi bandor a hêzên me de 2 maşîneyên çeteyan hatin derbkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.”