Artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê, ku duh Balafirgeha Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxistin, li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê, ku duh Balafirgeha Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxistin, li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin.
Fermandarê Operasyonên Nînovayê Abdulemîr Yarella da xuyakirin, ku hêzên antî terorê yên Iraqê ketine nava taxa Memûne ya li rojavayê Mûsilê.
Yarella di heman daxuyaniyê de kontrolkirina temamê balafirgeha navdewletî ya Mûsilê jî piştrast kir.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku êdî hêdî hêdî nêzî taxa Teyran jî dibin.