ARD: Yên li Zergelê hatin kuştin eleqeya xwe bi PKK'ê re tinebûn

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, ku yekane hêza li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke xurt dimeşîne, li Elmanyayê rastî rexneyên cidî tên.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, ku yekane hêza li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke xurt dimeşîne, li Elmanyayê rastî rexneyên cidî tên.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Elman ARD de cih ji êrîşên 2 hefteyên dawî yên Erdogan û AKP ya wî û nêrînên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hat veqetandin. Her wiha bal hat kişandin ser nerazîbûna Kurdistaniyên ji Başûr û Êzidiyên neçar mane ji Şengalê derkevin, hat ragihandin.

Di nûçeya ku bi dîmenên gundê Zergelê yê ji aliyê nûçegihanê ARD Volker Schwenk ve hat kişandin re destpê kir de, hat destnîşankirin ku ti ji 8 kesên jiyana xwe ji dest dane eleqeya xwe bi PKK'ê re nîne. Di nûçeyê de cih ji van gotinên gundiyekî Zergelê yê di komkujiyê de xizmên xwe winda kir re hat veqetandin: "Çi pêşmerge çi PKK'yî, ji bo Tirkan ti cudahiya xwe nîne. Ji bo were kuştin, mirov Kurd be, bes e."

ARD bal kişand ser bomberdûmanên balafirên şer ên artêşa Tirk ku ji 24'ê Tîrmehê û vir ve li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin û propagandaya Anadolû Ajansi ya ku îdîa dike 390 PKK'yiyan jiyana xwe ji dest dane û 400 birîndar bûne, bibîr xist. Nûçegihanê ARD'ê Volker Schwenk bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hevdîtin kir. Bayik di vê hevdîtinê de bersiv da van îdîayan.

Bayik anî ziman ku di êrîşan de heta niha 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, di êrîşan de herî zêde sivîlan zerar dîtine û bibîr xist ku bi tenê li Zergeleyê 8 sivîl hatine qetilkirin.

'BOMBERDÛMANA TIRKIYEYÊ WÊ BIBE SEDEMA NESERKETÎBÛNA KOALÎSYONÊ'

Di nûçeya ARD'ê de Bayik bal kişand ser têkiliya navbera operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan û serketî-neserketîbûna koalîsyona li dijî DAIŞ'ê.

Bayik hişyarî a ku bomberdûmana li hemberî PKK'ê tê kirin wê rê li ber encameke neserketî ya koalîsyona li dijî DAIŞ'ê veke û got, "Em hemû li heman eniyê li dijî DAIŞ'ê şer dikin." Bayik da xuyakirin ku ji nedîtî hatina êrîşên Tirkiyeyê tê wê wateyê ku koalîsyon derbê li xwe dike.

Di nûçeya ARD'ê de Bayik got, "PKK'êli Sûriyeyê di qelskirina DAIŞ'ê de roleke girîng a biryardar lîst. Tirkiye bi taybetî ji bo li ser sînor herêmeke tampon ava bike û pêşî li xwegihandina hev a Kurdan bigire, tevlî koalîsyonê bû."

'PKK NEBÛYA DIBE KU DAIŞ'Ê HEMÛ HERÊMÊN KURDAN DAGIR BIKIRA!'

Di nûçeya ARD'ê de hat destnîşankirin ku serketina têkoşîna PKK'ê ya li hemberî DAIŞ'ê îspat bûye û cih da nêrînên Kurdistaniyên Başûrî yên piştî komkujiya li Zergelê hatin gund. Ji gundiyan ciwanekî got, "Eger PKK nebûya, DAIŞ dikarîbû vegeriya. Û belkî hemû herêmên Kurdan dagir bikira."

ÊZIDÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ PKK'Ê FÊM NAKIN

Di nûçeya bi dîmen de ji kampa penaberan a bi deh hezaran Êzidiyên ji zilma DAIŞ'ê reviyane Duhokê, cih hat veqetandin.

Hat bibîrxistin ku li herêma Şengalê ya Êzidî jê reviyane hînê DAIŞ hene û hat ragihandin ku êrîşên li hemberî PKK'ê rastî nerazîbûna civata Êzidî tê. Di nûçeyê de herî dawî hat gotin, "Êzidî fêm nakin bê çima rêxistina bi bandor a li dijî DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombekirin."