Altinors: Girtina min bi komplo û îftirayan pêk hatiye

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors bi rêka nameyekê destnîşan kir ku girtina wî bi komplo û beyanên li ser esasê îftirayan pêk hatiye.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ku bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Zakir Karabulut ê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat qetilkirin, bûye hat girtin; têkildarî girtina xwe nameyek şand. Altinors, diyar kir ku polîsan di bin çavan de pirsa 'Tîpa te pir dişibe Tirkan. Çi karê te di nava HDP'ê de heye?' pirsîne û anî ziman ku ji ber bi Kurdan re mil dane hev, tolê ji wan hiltînin.

Altinors, diyar kir ku ji ber wekî kesekî Tirk di nava HDP'ê cih digire hatiye girtin û dixwazin tola xwe ji wan hilîne. Altinors bi kurtasî di nameya xwe de wiha nivîsand: "Hê jî ez di bin çavan de bûm Ajansa Anadolu der barê min de nûçe nivîsandin. Hê jî wê demê eşkere bû ku li dijî min komplo û lîstekek hatiye amadekirin. Endamên Cemaeta Fethullah Gulen ji polisan paqij bû, lê hişmendî hê jî paqij nebûye. 5 rojên di bin çavan de min nikarîbû bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim. Lê şexsê bêbextiyan li min dike ji Ajansa Anadoluyê re diaxive. Ez bi hinceta beşdarî merasima cenazeyê Zakir Karabulut ê di komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an de hat qetilkirin bûm, hatim binçavkirin. Min li ser navê HDP'ê axaftin kir. Ji bilî vê yekê hemû tiştên ku der barê min de nivîsandine vir in. Bê kok û bingeh in. Hemû tiştên min bi belge ne. Lê li hemberî min ew dadgerê ku li pêş serokkomar bişkovkên xwe digire û bejna xwe ditewîne heye. Xuya dibe ku ferman ji cihekî bilind girtiye.

Zahîr dema Hesapgirê HDP'ê yê Tokatê bû şehîd bû. Ew canê me bû. Hê jî dixwazin kuştina Zahîr şolî bikin. Li şûna ku kuştina wî ronî bikin kesên li pey wî diçin jî digirin û reş dikin. Em ê ti carî dest ji şop û rêya şehîdê me yê aştiyê Zakir Karabulut bernedin.

Dema ez di bin çavan de bûm polîsekî pirsa "Tîpa te zêde Tirk e. Çi karê Tirkan di nava HDP'ê de heye?" pirsî. Ji ber ku me û Kurdan milê xwe dane hev, dixwazin tolê ji me hilînin. Lê min ji polîs re got ez Tirk im, demokrat im û HDP'î me. Em wekî kesên sosyalist, demokrat, ekolojîst, kedkar û piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinê, em ê bi hemû rengên çep li dijî faşîzmê li gel HDP'ê têkoşînê bidomînin.”