Aktîvîteyên berxwedana Gezî despê kirin

Aktîvîteyên bi rasthatina 3’yemîn salvegera Berxwedana Geziyê, bi şanoya “Rêya ji Gezî diçe Rojava” ve destpê kir.

Aktîvîteyên bi rasthatina 3’yemîn salvegera Berxwedana Geziyê, bi şanoya “Rêya ji Gezî diçe Rojava” ve destpê kir. Di aktîvîteya rastî eleqeyek mezin hatî de qadên xwerêveberiyê hatin silavkirin.

Atolyeya di pêşengiya Taksîm Dayanişmasi bi boneya 3. salvegera Berxwedana Geziyê ve li Parka Abbasaga bi starta aktîvîteyên forûm û konsertê destpê kir. Di aktîvîteyan de malbatên kesên ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî, parazvanên xwezayê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes amade bûn.

Di aktîvîteyê de pankart hatin daliqandin, standên bi armanca piştevaniya bi qadên xwerêveberiyê hatin danîn xwarin hatin belavkirin.

Di aktîvîteya ku zarokan bi pêlîstokên cur bi cur lîstin de wêneyên bîranîna Geziyê hatin kişandin, dirûşmeyên “Ev Hê Destpêk E, Têkoşîn Dewam E” û “Ji Berxwedêrên Gezî Re Hezar Silav” hatin berzkirin. Li qadê her wiha çalakvanan tîşortên ku nivîsa “Em li gel hev in, li vir in. Gezî 3 salî ye” li ser nivîsiye li xwe kirin.

Aktîvîte bi lîstika şanoyê ya yekkesî ya bi navê “Rêya ji Gezî diçe Rojava (Gezîden Rojava’ya gîden yol)” ve destpê kir.

Aktîvîte bi axaftinan didome.