Aktîvîstên Tamîlê: Gerîla nebe berxwedan jî namîne, xwedî li gerîla derkevin

Aktîvîstên Tamîlê bûyerên bi serê gelê Tamîlê hatin bi bîr xistin û gotin, "Eger gerîla tune bibe, wê berxwedan jî biqede û pêvajoyeke metirsîdar destpê bike." Aktîvîstên Tamîl bi vî rengî ji bo gerîlayên Kurd banga xwedîderketinê kirin.

Ji aktîvîstên Tamîlê Agîlan Varatharajah diyar kir ku dema qala 'Modela Srî Lankayê' tê kirin, hingî nîqaş li ser qirkirinê tê kirin û got, "Nîqaşkirina vê yekê tê wê wateyê ku qirkirina li ser gelê Kurd dixin rojevê. Tecrûbeya Srî Lankayê ew e ku piştî komkujiya li ser tevgera gerîla, pêkanîna komkujiya li ser mirovên ji rêzê ye."

Srî Lankayê di navbera salên 2008 û 2009'an de li dijî gel û gerîlayên Tamîlê pêvajoya qirkirinê xiste meriyetê. Dema ku hikumeta Srî Lankayê di 18'ê Gulana 2009'an de ragihand ku şer qediya ye, li welatê Tamîlê zêdeyî 70 hezar kes hatin qetilkirin. Lîderê Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Elam (LTTE) Probhakaran jî di nav de milîtan û fermandar hemû hatin qetilkirin. Piştî ku Pilingên Tamîlê hatin tasfiyekirin, dewleta Srî Lankayê ya ku welatê Tamîlê dagir kiriye, dest bi êşkence, destavêtin û pêla kuştinê kir. Hikumeta Srî Lankayê piştî qirkirinê 'serketin' ragihand û al bi malên Tamîliyan ve daliqand, bi vî rengî zor da wan ku pîroz bikin. Rejîmê qîma xwe bi vê jî neanî û li ser goristanên LTTE'yê avahiyên qereqolan çê kir, bi vî rengÎ hewl da mîrateya gerîlayan hemûyan ji holê rake.

DESTHILATDARIYA TIRK JÎ JI XWE RE KIR MÎNAK

Rêveberên dewleta Tirk ku xweziya xwe li tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Tamîlê anî, ji destpêka salên 2010'an û pê ve li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi gotinên 'Modela Srî Lankayê' kir. 'Plana Têkbirinê' ku di civîna Cotmeha 2014'an a Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk (MGK) de biryar li ser hate dayin û sala 2015'an bi cih hate anîn, gelekî dişibiya 'Plana Binaxkirin û Paqijkirinê' ya sala 2009'an a artêşa Srî Lankayê.

MEBEST JI MODELÊ QIRKIRIN E

Aktîvîstên Tamîlî têkoşîna azadiyê ya gelê Tamîlê niha li sirgûnê dewam dikin. Aktîvîstan diya rkirin ku konseptên şer ên rejîmên Tirk û Srî Lankayê gelekî dişibin hev. Ji aktîvîstên Tamîlê yên li Elmanyayê dimînin Agîlan Varatharajah bang li gelê Kurd kir ku di vê mijarê de hîn baldar be. Varatharajah diyar kir ku mebest ji 'Modela Srî Lankayê' nîqaşa li ser qirkirinê ye û got, "Modela Srî Lankayê tê wateya qirkirinê. Nîqaşkirina modela Srî Lankayê tê wê maneyê ku qirkirina gelê Kurd xistine rojeva xwe. Ji ber ku tecrûbeya Srî Lankayê ew e ku destpêkê tevgera gerîla qetil bike, piştre jî komkujiyê bîne serê mirovên ji rêzê."

GERÎLA NEBE BERXWEDAN JÎ NÎNE

Varatharajah destnîşan kir ku ji bilî şer çareyeke din li hemberî faşîzmê nîne û wiha dewam kir, "Ji ber ku hûn di mînaka me de dibînin bê piştre çi dibe. Eger tevgera gerîla bê qedandin, divê hûn bibînin bê piştre wê çi bibe. Ya ku piştre dibe, pêvajoyeke gelekî xetere ji bo civakê ye. Li gel me, piştî ku tevgear gerîla hate tunekirin berxwedan nema." Varatharajah anî ziman ku li welatê wan piştî tasfiyekirina şervanên azadiyê tundiya li dijî jinê zêde bû û got, "Êdî mirov nikare tiştekî bike. Her wiha qirkirin di asta çandî de jî tê kirin."

ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ BI KAR ANÎN

Aktîvîsta Tamîlî Laksî jî bûyerên di şerê qirkirinê yê li welatê wan bi bîr xist û got, "Bênavber bombardûmanên giran kirin, çekên kîmyewî bi kar anîn. Gef li beşên din ên civakê jî xwarin, êrîş birin ser herêmên sivîlan. Ji ber vê yekê jî sivîl neçar man ku koç bikin."

PIŞTÎ KOMKUJIYÊ, TIRKIYE GERIYA

Aktîvîsta Tamîlî Laksî bi bîr xist, ku dema Serokdewletê Srî Lankayê yê wê demê Mahînda Rajapaksa di 18'ê Gulana 2009'an de li dijî gelê Tamîlê serketin ragihand, yek ji lîderên destpêkê yên biyanî yên ku bi telefonê pê re axivî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul bû. Laksî got, "Hewl dan şerê li dijî Tamîlan li dijî Kurdan jî bikin."

TEVGERA JINÊ YA KURD XURT E

Laksî diyar kir ku piştî şer li Srî Lankayê di asteke giran de jin hatin qetilkirin, heman pêvajo li Kurdistanê jî diqewime û got, "Bi heman rengî li Tirkiyeyê jî qirkirina jinê heye. Lê belê tevgera jinê ya Kurd li dijî van polîtîkayên qirkirina jinê xwedî têkoşîneke gelekî mezin e û li dijî kiryarên dewleta Tirk têdikoşe."