AKP xwe li protestoyên komkujiyê ranagire: 8 binçavkirî

Li Alanyayê polîsan êrîşî mirovên xwestin komkujiya li Enqereyê şermezar bikin, kirin. Di dema êrîşê de 8 kes hatin binçavkirin.

Li Alanyayê polîsan êrîşî mirovên xwestin komkujiya li Enqereyê şermezar bikin, kirin. Di dema êrîşê de 8 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP'ê nikare xwe li protestokirina komkujiya li Enqereyê û bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, rabigire.

Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Şaxê Alanya, li ber edliyeya Alanyayê, girseya gel kom bû û xwest komkujiya li Enqereyê şermezar bike. Polîsên ku pêşî li çalakiyê girtin, bi ço û gaza îsotê êrîş kirin.

Di dema êrîşê de Serokê Egîtîm-Sen Şaxê Alanyayê Huseyîn Erdem, endamên Egîtîm-Senê Velî Hansû û Kemal Gol, welatiyên bi navê Abdulhakîm Aktaş, Îbrahîm Halîl Ayçîçek, Sevîm Edîren, Şengul Eyîdogan û Alî Dalgiç bi lêdanê hatin binçavkirin.

Mirovên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Alanyayê.