BI DÎMEN

AKP li Avûstûryayê gef xwar: Şerê navxweyî wê derbikeve!

Berpirsê Rêxistina AKP’ê yê Avûstûryayê Koç diyar kir ku di referandûmê de ‘’erê’’ dernekeve wê şerê navxweyî derbikeve.

Ji ber ku AKP-MHP û Qesr li ser tercîhên referandûmê ên ku dibêjin ‘na’ dikin hedef, gefên şerê navxweyî jî bi xwe re tîne.

Berpirsê Rêxistina AKP’ê ya Avûstûryayê û Endamê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa (UETD) Mahmût Koç li Salzbûrgê di bernameya referandûmê de dîsa gef xwar.
Koç ji bo referandûmê ku wê dîktatorî were dengdan progagandaya ‘erê’ kir û got, ‘’mesele ne AKP ye, mesele ya welat, milet û immetê ye. Heke divê hilbijartinê de encameke xirab derkeve li Tirkiyê wê şerê navxweyî derbikeve.’’

Beriya niha jî Alîkarê Serokê Bajêr ê Manîsa ê AKP’ê Ozan Erdem jî li Manîsa di civînekê de gotibû, ‘’heke ev refenrandûm ne serkeftî be xwe ji şerê navxweyî re amade bikin’’