Akademîsyen Altûg: Tirkiyeyê hedê xwe derbas kir!

Ji Zaningeha Bogazîçî Alîkar Doç. Dr. Seda Altug xistina balafira Rûs ji ANF’ê re nirxand.

Akademîsyen Seda Altûg, ji aliyê Tirkiyeyê xistina balafira şer a Rûs bi axaftinên, ‘hedê xwe derbas kir, gaveke sedema şer e’ nirxand. Altûg tevî vê jî ne bawer e ku wê bibe sedema şerekî Rûsya-Tirkiye/NATO, wiha got: “Ji ber helwesta Tirkiyeyê wê Rûsya di mijara Sûriyeyê de helwestek hişktir nîşan dide. Her wiha Tirkiye wiha nîşan dide ku li hember bidestxistina statuyek xweser a Kurdên Sûriyeyê disekine.” 

Ji Zaningeha Bogazîçî Alîkar Doç. Dr. Seda Altug xistina balafira Rûs ji ANF’ê re nirxand

Alîkar Doç. Dr. Altug wiha axivî: “Mijara li vir ji îxlala sînor zêdetir, bê ka alî vê îxtîmalê çawa îdare dikin e. Li ser gelek îxlalên sînoran hatiye nixumandin û hatiye derbaskirin.” Altug wiha dirêjî da axaftina xwe:

'PÊŞENDANA HÊZÊ DIKE, PEYAMAN DIDE'

“Bi hinceta îxlala sînor xistina balafira Rûsan di serî de Rûsya û welat û komên alîgirên Esad, piştre jî ji hevparên eniya li dijî Esad a bi xwe jî tê de cih digire, ango ji DYA û rojavaya Ewropayê re Tirkiye pêşendana hêzê dike. Di rewşeke ku pêşdîtîn û daxwazên serweriya Sûriyeyê pêk nehat, heta li Rojava bi îlanên xweseriyê ve tiştên jê ditirsiya veguherîn rastiyê, Tirkiye peyamê dide ku di xeta Azez-Cerablûs ku di dest DAIŞ’ê de ye, di ‘herêmên ewle’ de bi israr e.”

'GAVEK DIKARE BIBE SEDEMA ŞER'

Ji bo pêngava Tirkiyeyê Alîkar Doç. Dr. Seda Altug got, “Hedê xwe derbas dike, gavek e rê ji aloziya navbera Rûsya û NATO’yê vedike û heta dikare bibe sedema şer” û wiha berdewam kir: “Tirkiye di rastiyê de nîşan dide ku naxwaze kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev û li pey daxwaza ‘herêma ewle’ ye, ya ku bi armanca hêzên çekdar ên nêzî xwe bi cih bike, ango li hember bidestxistina statuyek xweser a Kurdên Sûriyeyê disekine.”

Alîkar Doç. Dr. Seda Altug wiha axivî: “Têkildarî aloziya Sûriye jî der barê biryara ji civîna Viyana derket a ji 6 meha ne zêdetir bi Esad re berdewamkirinê, Tirkiye dijbertiya xwe nîşan dide û peyamê dide ku wê piştgiriya hêzên çekdar ên li dijî Esad bike.”

'TIRKIYE DIXWAZE HEBÛNA HÊZÊN DI BIN KONTROLA XWE DE REWA BIKE'

Alîkar Doç. Dr. Altug behsa mijara Tirkmenan jî kir û wiha berdewam kir: “Dema di navneteweyî de her Tirkiye dikeve astengiyê ji bo xwe jê xelas bike û armancên xwe yên derveyî sînor rewa bike wek qozekî bikar tîne. 1939’an dema mijara Hatayê de ‘Tirkmenên Bayir Bûcak’ dîsa bûn rojev, Tirkiye bi îdîayek nîjadperest a ‘hemnîjadî’ xwest ku ev herêm tevlî axa Tirkiyeyê bibe. Niha jî li ser jiyana Tirkmenên Bayir Bûcak, hewl dide daxwaza xwe ya ‘herêma ewle’ ya li ser xeta Azez-Cerablûs û li bejahiya Îdlîbê hebûna muxalîfên çekdar ên bi xwe kontrol dike li herêmê rewa bike.”

'WÊ RÛSYA HELWESTEK HÊ HIŞKTIR NÎŞAN BIDE'

Der barê xistina balafira Rûs wê çawa bandora xwe li têkîliyên qada navneteweyî bike jî Alîkar Doç. Dr. Seda Altug pêşdîtinên xwe wiha got:

 “Helwesta Tirkiyeyê wê Rûsya neçar bike di mijara Sûriyeyê de helwestek hişk raber bike. Lê ez bawer nakim ku ev bûyera di nav Rûsya-Tirkiye/NATO de bibe sedemek şer an jî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya navneteweyî parçe bibe. Ji ber vê ne rojava/DYA ne jî Rûsya wê şerekî nû tercîh bikin. Daxuyaniyên NATO û DYA jî vê pêşdîtinê piştrast dikin. Bi taybet piştî êrîşên DAIŞ’ê yên Parîsê tercîha destpêkê ya rojava ev e ku ewlehiya axa xwe pêk bîne û li Rojhilata Navîn tansiyonê bixe. Ji ber vê jî ne NATO ne jî DYA wê nexwezin di nav koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê parçebûn çebibe, wê aliyên pevçûnî dawetî lihevkirinê bikin.”