Ahmet Turk li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hat kontrolkirin

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, ji bo kontrola tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hat kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, di nav rojê de ji bo kontrola tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê hat kirin. Turk, piştî kontrola tenduristiyê dîsa anîn girtîgehê.

Hat gotin ku piştî kontrola tenduristiyê, wê heyeta desteya tenduristiyê ya nexweşxaneyê li hev bicive û têkîldarî rewşa Tirk raporekê amade bike. Tê payin ku di rojên pêş de heyet vê raporê bigihîne meqamên têkîldar.