Ahmet Nesîn hat berdan
Der heqê Ahmet Nesîn ê ku ji ber piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayin.
Der heqê Ahmet Nesîn ê ku ji ber piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayin.
Der heqê Ahmet Nesîn ê ku ji ber bi armanca piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundemê tevlî Kampanyaya Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî bibû hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayin. 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê îtiraza ku ji bo Nivîskar Ahmet Nesîn hatibû kirin nirxand û biryara tehliyeyê da.
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû yên bi heman hincetê hatibûn girtin jî duh hatibûn tehliyekirin.
Der heqê tevahî rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên tevlî kampanyayê bûne lêpirsîn hatine destpêkirin.