ADKH: Divê kuçe werin bidestxistin

ADKH: Em radigihînin ku em vê sîstema dijminê ked, jin, zarok, sirûşt, neteweya çewisandî û baweriyan qebûl nakin, hilbijartina bi dek û dolab qebûl nakin, diyar dikin ku nerazîbûna herî watedar a li dijî vê pergalê ew e ku em kuçeyan bi dest bixin.

Tevgera Jin a Demokratîk a Ewropa (ADKH) daxuyaniyeke nivîskî da, diyar kir ku referandûma 16’ê Nîsanê bi şertên Rewşa Awarte de pêk hatiye, bal kişande ser wê ku gelek kesên ku wê xebata kampanya ‘NA’yê bikirina beriya referandûmê hatin girtin, hatine astengkirin, xebatên erê bi çapemenî, daraz, hêzên çekdar hatine kirin, dengên erê yên diziyê û bêmohr ên ji hêla YSK’ê ve hatine qebûlkirin.

ADKH’ê got bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên bi ser Ermen, Kurd, Kizilbaş, Rûm, Sûryaniyan de û got, ‘’gelo ya ku li me dikeve ew e ku em şaş bimînin?’’

ADKH’ê bi berdewamî got AKP’ê hemû derfet, hêza dewletê û sazî kirne bin kontrola xwe, ji bo faşîzma heyî bi sazîmantir bike referandûm bi pêk aniye, dek û dolab gerandine û encameke di berjewendiya xwe de derxistiye. Her wiha hate gotin AKP’ê bi rêya YSK’ê bi rengekî vekirî dek û dolan gerandin, gelek dengên bêmohr ên ‘erê’ li bajarên Kurdistanê yên ku dewletê kavil kirine, miriyên xwe li dolaba cemidandinê veşartine derketiye û hate gotin ev dek û dolab weke îroniyeke dîrokê tê pêşberî me.

ADKH’ê diyar kir ku li dijî vê rewşa dek û dolab ne nûnerên burjuvaziyê yên weke CHP’ê lê gel derketiye kolanan, nerazîbûn nîşan daye û ev wan hêvîdar dike.

ADKH’ê herî dawî got: ‘’ Em radigihînin ku em vê sîstema dijminê ked, jin, zarok, sirûşt, neteweya çewisandî û baweriyan qebûl nakin, hilbijartina bi dek û dolab qebûl nakin, diyar dikin ku nerazîbûna herî watedar a li dijî vê pergalê ew e ku em kuçeyan bi dest bixin.