BI DÎMEN

A rast DAIŞ’î ye lê niha li nav ‘OSO’yê ye

Seyf Ebubeker ku beriya dagirkeriya Cerablûsê dest pê bike di nav çeteyê Sultan Muran de bû û şefê Lîva El Hamza bû, piştî wêneyên wî ku DAIŞ’î ye niha jî qeydên wî yên vîdeoyê derketin.

Seyf Ebubekir fermandarê El Hamza ye ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye damezirandin. Ev kom hem di nav Sultan Murat de hem jî di nav Artêşa Bakur de cih digire. Seyf Ebubekir DAIŞ’î bû. Di hemû komkuî û êrîşên DAIŞ’ê yên 2013-1014’an de yên bi Şehbayê de hebû. Seyf Ebû Bekir dema ku gundê Qibbesin ê Şehba ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin, li cem Emîrê DAIŞ’ê poz dabû ku daxuyanî dixwend. Beriya niha jî me wêneyê wî weşandibûn, niha jî tomarên vîdeoyê derketine.

Lê li gel vê jî ew di nav projeya ‘’perwerde bike-bi teçhîzat bike’ de perwerde bû, ku Tirkiye ev proje li DYA’yê ferz kiribû. Helbet, ew bi ‘’referansa bi nasnav û referansa ku hêviya siberojê ya çekdarî dide, ya muxalefeta nerm a Tirkiyê’’ çû. Jixwe piştî ku perwerde xwe qedand û çû Sûriyê, weke kesên ku din ên hatibûn perwerde kirin, li cihê xwe yê nav DAIŞ’ê vegeriya.

Qıbbesin yakınlarındaki Bizea adındaki bir Mezradan olan Seyf Ebubekir 27 yaşında. Daha önce Nusra, ardından Ehrar Şam ve Ehrar Şam'ın kurduğu cephe içinde yer aldı.

Seyf Ebubekir ku piştî perwerdeya xwe temam kir, di vê maweyê de vê carê bi El Nusra re ber bi aliyê Idlîbê ve çû. 2015’an li derdora Idlîbê di nav Nusra de, li Eniya Şamê û piştre di hemû êrîşên bi ser BAAS’ê de cihê xwe girt.

XEZEBÊ LI KURDAN DIBARÎNE

Emîrê DAIŞ’ê yê li cem Seyf Ebubekir di vîdeoyê de diaxive xezebê li Kurdan dibarîne. Dibêje, hêzên Kurd û komên nêzî wan bêdîn in, divê ji wan qut bibin û li dîn vegerin, û rêya vê jî di DAIŞ’ê re debas dibe. Emîrê DAIŞ’ê dibêje, Qibbesîn, Til Hasil, Til Aran ji Kurdan hatiye standin, navê Hesekê, Dirbêsiyê û cihên din dide û dibêje ev jî wê ji Kurdan werin standin. Weke ku tê zanîn li Til Hasil û Til Aran 2013’an komkuî bi ser Kurdan de anîn.

Ê KU QAQIBO DIKIN EV IN

Seyf Ebubekir ku tayîna wî ji bo çeteyên di nav artêşa Tirk de hate kirin û niha tetîkkêşiya êrîşên bi ser Kurdan de dike û şefên dî yên çete diyar dikin, wan Exterîn, Soran û Dabik û piştre Til Rifat û Bab ji xwe re kirine hedef û talîmatên Tirkiyê bi cih tînin. Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengtiya Emrîka jî destekê dide wan.

QSD û pêkhateyên vê, ji dema ku dagirkirina Cerablûsê dest pê  pêk iriye heta bi niha, ji Koalîsyona Navdewletî re avaniya van çetayan û têkiliya wan a bi Tirkiyê re dibêje. Ceyş El Siwar dibêje, ‘’Wateya balafirên şer ên Tirk ên di bin kontrala wan de çawa dikarin werin li me bixin?’’ Ceyş El Siwar diyar dike, têkildarî Seyf Ebubekir û yên din ku pê re ne belge dane lê li gel vê jî ti helwesteke erênî nedîtine.

...