Şîna gerîlaya YJA Starê Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin

Şîna gerîlaya YJA Starê Evîn Encû a li Roboskiyê bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin.

Cenazeyê Evîn Encû ya ku di pevçûna 22'ê Çileyê ya li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bûbû, di 1'ê Sibatê de ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û li gundê wê ya Roboskî hate veşartin.

Şîna ku li gund ji bo Encûyê hatibû danîn, tevî hewaya berfê jî, ji aliyê gelek kesan ve hatin ziyaretkirin. Tevî hewaya sar a berfê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî di nav de bi sedan kes ji bo sersaxiyê çûn serdana malbata wê û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Girseya ku ji bo sersaxiyê çûn şînê, li qada gund malbat silav kirin, piştre derbasî mala malbata Encu bûn. Nuran Îmîr li vir axivî û diyar kir ku sekna gelê Botanê sekneke dîrokî ye. Îmîr wiha got: “Em weke eşîr, malbat, ciwan, pîr, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li van xakan şer naxwazin.”