Înisîyatîfa Zarokên Agir di mehekê de bi giştî 117 cih û wesayît şewitandin

Înisîyatîfa Zarokên Agir bîlançoya şewitandinê ya di meha Mijdarê de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Înîsiyatîfê wan  li 19 bajaran 117 cih û wesayît şewitandine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Heta ku em li ser axa xwe Kurdistanê bi azadî bijîn, em Kurdên xwedî rûmet em ê bi agirê hêrs û tolhildanê çalakiyên şewitandinê bidomînin.”

Înîsiyatîfê diyar kir ku di meha Mijdarê de 16 fabrîke, 32 wesayît, 59 kargeh, 3 keştî û qeyik, 4 depo û şaxeke PTT’ê jî tê de 117 cih û wesayîtên dijminên Kurdan şewitandine.